Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir 2021-08-03 18:37:35   KONYA - Çetîn Dedeogûllari ku ji malbata xwe bi tenê sax maye, anî ziman ku bûyera di sala 2010'an de ji ber heqareta li kurdan rû daye û xwest kesên rê li ber vê vekirine û fînansorên bûyerê bên dîtin.    Li navçeya Meram a Konyayê di êrîşa nîjadperest a li hemberî malbata Dedeogûllari ya ji Qersê de, 7 kes hatin qetilkirin. Kujer Mehmet Altûn 5 roj in nehatiye dîtin.    Ferdê malbatê Çetîn Dedeogûllari û parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût, di çarçoveya lêpirsaîna Serdozgeriya Komarê ya Konyayê de îfade dan.    Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew sax maye di îfadeya xwe de aniye ziman ku rageşiyya di sala 2010'an de di navbera wan û malbata Keleş û Çalikê de rû daye, ji ber heqareta li kurdan bûye û ji ber êrîşên li ser malbata wan kamera li mala xwe bi cih kirine.    Çetîn Dedeogûllari di îfadeya xwe de ev tişt gotin: "Ez, ji sala 2004'an ve li Îngîltereyê dijîm. Li wir kar û barên înşeatê dikim. Havînan ji bo betlaneyê têm Tirkiyeyê. Yaşar û Îpek Dedeogûllari dê û bavên min in. Serap, Metîn, Bariş, Serpîl û Sîbel Dedeogûllari jî xwişk û biraên min in. Bi qasî tê bîra min ez îsal di 14 an jî 15'ê Gulanê de hatim Tirkiyeyê û heya 26'ê Tîrmehê li cem malbata xwe mam. Di 12'ê Gulana 2021'ê de di navbera malbata min û malbata Keleş û xizmên wan malbata Çalik de bûyerek çêbûye. Min bi xwe ev bûyer nedîtiye. Wê çaxê ez li derveyî welêt bûm. Paşê bi qasî hûn bûm ku kesên din êrîş birine ser malbata min û di vê êrîşê de birayê min Metîn bi giranî û xwişk û birayên min ên din jî birîndar bûne. Ji bo vê êrîşa di 12'ê Gulana 2021'ê de rû da, tu sedem nehatiye diyarkirin.    Hisûmeta ewil a di navbera malbata min û malbat din de, di sala 2010'an de dest pê kiriye. Malbata min 20-25 sal berê hatiye vî xaniyî. Gava malbata min hat vira, malbata din hê ne li van deran bû. Li gor texmîna min ev malbata, piştî malbata min bi çend salan hatiye vira. Gava ez bi bûyera 12'ê Gulanê hesiyam, çend roj şûn de hatim Tirkiyeyê û min kamera bi xaniyê malbata xwe ve vekirin. Gava min ev kamera bi cih kiri, ji bo jiyana taybet a malbata Keleş binpê nekim, min berê kamerayê da baxçeyê me. Di dema bûyera 22'yê Gulana 2021'ê de ez li cem malbata xwe bûm. Jixwe bûyer danê sibehê çêbûbû. Hêla din beleheq belesebeb heqaret li malbata min kir û gef lê xwarin. Wê çaxê min tu îfade nedan. Lê niha gava ez bi berfirehî lê difikirim, çendî min got me kamera di 15-16'ê Gulanê de bi cih kirine jî, lê niha hat bîra min me kamera di 24'ê Gulanêd e bi cih kirine.    Di bûyera 22'yê Gulana 2021'ê de kamera tune bûn. Jixwe min ji ber êrîşên vê malbatê kamera bi cih kirin. Mexsed gava êrîş çêbibin, delîl hebin. Bi qasî tê bîra min ji xeynî bûyera 12'ê Gulana 2021'ê û bûyera 22'yê Gulana 2021'ê tu bûyer di navebar her du malbatan de çênebûye. Beriya êrîşa çekdarî ya 30'yê Tîrmeha 2021'ê de li Taxa Saraçoglû li cem kalê xwe Rifat Rifatoglû bûm.    Yanî roja bûyera 30'yê Tîrmeha 2021'ê ez ne li mal bûm. Ez ê wê çaxê biçûma derveyî welat. Bilêta min a balafirê di saet 24.00'an de bû. Ez ê biçûma Ûkrayna. Lewma ez ê nîvro bi trênê biçûma Enqereyê. Gava li balafirgehê bûm, biraziyên telefonî min kirin û ev bûyer ragihandin. Ez cardin vegeriyam Konyayê. Ez Mehmet Altûn nas nakim ku dibêjin kiryarê sereke yê êrîşa çekdarî ye. Nizanim bê ka hisûmeta vî kesî bi malbata min re heye yyan na. Derbarê vê de kesî tiştek ji min re negotiye. Bes gava birayê min Bariş çûye çarşiyê hin kesan ji jê re gotiye 'Ayşe Keleş girtiye, lê tu li derve digerî.' Ayşe Keleş ji ber bûyera 12'ê Gulanê hatiye girtin. Bazara sêşemê ya Bariş çûyê, piranî cihê bazarvanên Bozkirlî ye. Van bazarvanan ev tişt jê re gotine. Lê ne bihîstiye ku beriya bûyerê Mehmet Altûn tiştekî wisa ji malbata minr e gotiye. Dixwazim kesên rê li ber vê bûyerê vekirine û tiliya wan di kuştina malbata min de hene û kesên bên dîtin.    Dixwazim di warê hisûmeta sala 2010'an de jî çend tiştan bibêjim. Tu eleqeya wê bûyerê bi pisîk û nizam çi re tune ye. Bavê min rehmetî Yaşar wê çaxê erdekî îcare dike. Ev erd, nêzî yê Lutfî Keleş e. Lutfî Keleş wê çaxê ji bo kar û barê erd doza alîkariyê li bacê min dike. Gava kar diqediya, bi hev re rûdiniştin, çay vedixwarin û guh li radyo dikirin. Gava di radyoyê de nûçeyek derbarê bûyerên li herêmê de tê raghandin, Lutfî Keleş çêr li kurdan kiriye. Gava çend caran li se rhev dubare dike, bavê min Yaşar jî hew îdare dike û dibêje 'Tu çawa radibî çêrî kurdan dikî, ez ê te sinkaf bikim.' Ji Lutfî Keleş re gotiye hemû kurd ne PKK'yî ne. Bûyer heya qereqolê çûye. Li wir ser wê hatiye girtin. Bavê min Yaşar bi xwe ev bûyer ji min re gotibû.    Her wiha dixwazim vî tiştî jî bibêjim. Piştî Ayşe Keleş tê berdan, gef û heqaretên vê malbatê zêde bûne. Xwişkên min ev yek ji min re gotin. Bavê min tim digot, gava Ayşe Keleş hatiye berdan, tim hewl daye rageşiyê zêde bike. Biraziyekî Lutfî, kurê Harûnê zêrker jî heye. Derbarê vê mijarê de pir ne serwext im. Lê em wisa difikirin ku dibe ku ev fînansorê vê bûyerê be."    Dê parêzerê me têkildarî lêkolînkirina vê mijarê û hin xusûsên din de daxwaznameyekê bide. Dixwazim xusûsên di daxwaznameyê de ku dê parêzerê me binivîse, bên lêkolînkirin."    MA / Berîvan Altan