Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an 2021-08-03 15:06:50   MÛGLA - Di şewatên daristanan ên hefteyeke li Mûglayê belav dibin û didomin de kesekê jiyana xwe ji dest da.   Li navçeyên Marmarîs, Mîlas, Bodrûm, Koycegîz û Kavaklidere yên Mûglayê şewatên daristanan berdewam dikin. Di şewatên li wargehan belav bûn de jî gelek malan xesar dît. Wekî din li Taxa Bayir a navçeya Seydîkemerê li sê cihên cuda li daristanê şewat derket. Li ser îxbarê tîmên agirkujê sewqî heremê hatin kirin.    KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî şewatê wiha got: “Li Muglayê tedawiya 271 nexweşan, temam bû û ji nexweşxaneyê derketin. 36 nexweşên ku tedawiya wan dewam dikin hene. Di felaketa heremê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li Mûglayê hejmara kesên ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan derket 9’an.”   LI ÛŞAKÊ ŞEWAT   Li herêma Çokozlar a taxa navendî Aybey a Ûşakê jî şewata daristanê derket. Xebatên vemirandina şewatê didomin. Şewatên li Aydin û Denîzliyê hatin kontrolkirin.