Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da 2021-08-03 15:05:29   EDENE - Berdevkê Demê yê Platforma Elewiyan a Edenê Huseyîn Comertpay, bertek nîşanîn êrişên nîjadperest ên elewiyan hedef digirin da û ev tişt got: "Em li dijî kesên ku taybetmendiyên civakî yên mirovan dadixînin taybetmendiyên nijadî û paşverûyên ku li gorî xwe rêya biçûkxistinê hildijibirin bend dikişînin."   Platforma Elewiyan a Edenê, l Parqa Heykellî bi daxuyaniyeke çapameniyê bertek nîşanî nivîsa nivîskarê malpera "ajansadana.com" Ercan Yilmaz ku di nivîsa xwe elewî, civaka ereb û nûsayriyan hedef nîşan dabû da. Parlamenterên CHP'ê yên Edenê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevkê Demê yê Platformê Huseyîn Comertpay, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku tu nîjad ne di ser nîjadeke din de ye û ev tişt got: "Em dizanin ku cihê vî kesê ku mirov nikare jê re bibêje mirov di çapameniya Edenê de tuneye. Divê bê zanîn ku Platforma Elewiyan a Edenê, ji kîjan bawerî û çandê dibe bila li dijî nîjadperestî û paşverûtiyê ye û wê vê dijberiya xwe bidomîne. Em li dijî kesên ku taybetmendiyên civakî yên mirovan dadixînin taybetmendiyên nijadî û paşverûyên ku li gorî xwe rêya biçûkxistinê hildijibirin bend dikişînin. Em bang li civakê dikin ku li dijî vê zihniyetê derkevin."