Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in 2021-08-03 14:48:28   ÎZMÎR - Rêxistinên Hiqûqê, diyar kirin ku faîlên komkujiya nijadperest a li Konyayê cudakariya navbera gelan sor dike û bi lêv kirin ku li dijî êrişan dê li cem gelê kurd bin.   Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAY-DER), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Şaxên Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG) a Îzmîrê, bi armancan komkujiya nijadperest a li Konyayê şermezar bikin li pêş Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê komkujiyan” hat vekirin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê em mil bidin hev” , “Em ê bi berxwedanê qezenç bikin” û “Gelê kurd ne bi tenê ye” hatin berzkirin. Li ser navê rêxistinên hiqûqê parêzer Erdogan Akdogdû daxuyanî xwend.    CUDAKARIYA DI NAVBERAN GELAN DE   Akdogdû, diyar kir ku kesên cudakariya navbera gelan sor dikin di asta yekemîn de ji komkujiyên nijadperest berpirsyar in û wiha got: “Îro kesên ku ev hovîtî pêk anîn û kesên piştevaniya wan dikin şopdarên wan kesên ku li jêrzemînên Cizirê de mirov sax şewitandin, li Roboskê zarok bombebaran kirin, Hrant Dînk û elewî qetil kirin in.”   ZIMANÊ DIJMINATIYÊ   Akdogdû, bi lêv kir ku li welat her serdemê desthilat zimanekê dijminatiyê bi kar tînin û wiha axivî: “Gefên li dijî kurdan, nûnerên wan û muxalîfên din her roj li ser medya sereke digerin. Em radigihînin ku em ê li dijî her cure êrişan li cem gelê kurd bin û heta faîl bi awayekî herî giran bên cezakirin em ê şopdarên dozê bin.”