Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê 2021-08-03 14:46:16     CENEVRE - Mîsyona Alîkariya Iraqê ya NY'yê û Ofîsa Mafê Mirovan a NY'yê, têkildarî îşkenceyên ku li  yekîneyên binçavkirinê û girtîgehên Iraq û Herêma Kurdistanê raporek weşandin û bang li rayedarên Iraq û Kurdsitanê kirin ku li gorî qanûnan tevbigerin.    Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Ofîsa Mafê Mirovan a NY'yê (OHCHR), bi ser navê "Li Iraqê di Rêveberiya Edaletê de Mafê Mirovan: Ji bo pêşîgirtina îşkenceyê şertên qanûnî û ewlehiyên têkildarî usûlê" raporeke 31 rûpel weşandin. Di çarçoveya rapora ku dema navbera 1'ê tîrmeha 2019'an û 30'ê nîsana 2021'an dihewîne nav xwe de bi 235 girtiyan û personelê girtîgehê, dadger, parêzer û malbatên girtiyan re hevdîtin hatine kirin.    Di raporê de bi awayekî berfireh cih ji bûyerên îşkenceyê yên li Herêma Kurdistanê re hatiye veqetandin û hatiye destnîşankirin ku xwe negihandina malbat û parêzerên gelek girtiyan.    DIVÊ HIKMÊN NIVÎSKÎ PÊK BÊN   Rapora ku hatibû amadekirin li Ofîsa NY'yê ya li Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Di civînê de ji berdevkên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY'yê Marta Hurtado axivî û diyar kir ku rexmî hebûna qanûnê pêşîgirtina îşkenceyê jî li Iraqê û Herêma Kurdistanê li yekineyên binçavkirinê û girtîgehan îşkence didome û xwest ku hikmên nivîskî bên pêkanîn. Hurdato, da zanîn ku di hevdîtinên parêzer û malbatan de li gorî qanûnan nayê tevgerandin û timik îşkence li kesên binçavkirî tê kirin û gelek navendên binçavkirinê cihê wan ne diyar in.