Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye 2021-08-03 13:54:04   WAN - Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî ku li Erdişê bi gel re hat gelhev, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser neçaseriyê ava kiriye û ev tişt got: "Çêkirina aştiyê, rêya aştî û demokrasiyê Îmralî ye. Muxatabê mijarê birêz Ocalan e."     Rexistina HDP'ê ya Wanê, di çarçoveya kampanya "Em HDP ne, li her derê ne" li navçeya Erdîşê hevdîtineke bi gel re li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê bajar Sezaî Temellî û Hevserokê HDP'ê yê Bajar Fîkret Dogan û gelek HDP'î tevlî hevdîtine bûn. Hevserok Dogan, di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser lehiyên ku li bajar rabûne û xwest ku alikariya welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûne bê kirin.    POLÎTÎKAYÊN ŞER   Parlamenter Temellî jî di hevdîtinê de axaftinek kir. Temellî, diyar kir ku desthilat polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî kurdan didomîne û wiha got: "Desthilat ji bo van polîtîkayên xwe bidomîne bi israr şer ferz dike. Em jî li dijî vê li ber xwe didin. Li her derî em dibêjin ku em vê ferasetê qebûl nakin. Heke ev desthilat ji faşîzm, şer û neçareseriyê xwedî bibe em ê jî bi têkoşîna demokrasî, aştiyê û çareseriyê derkevin pêşberî vê desthilatê. Em ji vir banga têkoşîna demokrasî û aştiyê li tevahiya civakê dikin. Lewre heke em aştiyeke bi rûmet çêbikin wê ne ev desthilat bimîne ne jî yên ku piştî wê bên hewl bidin ku xwe di heman avê de bişon. Rêya tekane ya bidawîkirina vê jî birêxistinkirin e."   'MUXATAB OCALAN E'   Temellî, destnîşan kir ku desthilat çareseriya Pirsgirêka Kurd naxwaze û ev tişt anîn ziman: "Piştî bi salan Erdogan tê Amedê û dibêje ku HDP'ê pêvajoyê bi dawî kiriye. Yanî ji gel re dibêje, 'Me çareseriyê çêkiri lê vana nexwestin'. Rastiyê berovajî dike. Ji wî tirê qê ku me wan rojan ji bîr kiriye. Em careke din dibêjin; bi me re bîra fîlê heye, em ne mêjî çûk in ku tiştên ku me duh kiriye îro ji bîr bikin. HDP li pêvajoya çareseriyê xwedî derketiye. Ji hemû dinyayê re îlan kiriye ku wê çawa çareserî bê kirin. Çêkirina aştiyê, rêya aştî û demokrasiyê Îmralî ye. Muxatabê mijarê birêz Ocalan e. Ne tenê em hemû dinya vê dibêje."   Piştî hevdîtina bi gel re HDP'iyan serdan esnafên navçeyê kirin.