Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide 2021-08-03 12:55:24   KONYA - Çetîn Dedeogûllari ku tenê ew ji malbata Dedeogûllari ya hat qetilkirin sax filitî, wê têkildarî bûyerê îfade bide dozgeriyê.    Di 30'ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê kujer Mehmet Altûn êrişî mala Malbata Dedeogûllari kir û 7 ferdên malbatê li ser hev qetil kir. Rexmî ku di ser êrişê de 5 roj derbas bûne û di qeydên qamerayan de hatiye tespîtkirin jî kûjer Altûn hê jî nehatiye girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de heta niha 14 kes hatine binçavkirin. Tê payîn ku 14 kesên hatine binçavkirin piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan îro derkevin dozgeriyê.    Çetîn Dedeogûllari ku tenê ew ji malbatê sax filitî jî wê îro li dozgeriyê îfade bide.   REVIYAYA DEVERA ÇIYAYÎ   Li aliyê din hat hînkirin ku kûjer Altûn wesayîta di dîmenan de xuya dike kirê kiriye û piştî êrişê li pêşa Çiyayên Torosê yên 140 kîlometre dûrî navenda Konyayê hiştiye. Hat diyarkirin ku li herêmê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina kujer Altûn tên kirin.    Hat hînbûn ku hevjîna Altûn ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin jî di îfadeya xwe ya destpêkê de gotiye ku agahiya wê ji êrişê tune bûye û hevjînê wê dem deman wesayîtan kirê dike û hin caran jî li herêma çiyayî ya Bozkirê derdikeve ger û geştê.