Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin 2021-08-03 12:22:09 MELETÎ - Fîlmê Keçên Rojê ku derhêneriya wî Eva Husson dike û berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞ’ê vedibêje di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de sûc hat hesibandin.    Fîlmê Keçên Rojê (Girls Of the Sun) ku derhêneriya wî Eva Husson dike û berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞ’ê vedibêje di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de weke sûc hat hesibandin. Welatiyê bi navê Nazim Bayram ku li navçeya Wêranşar (Doganşehîr) a Meletiyê dijî, piştî ku di 5’ê Gulanê de fîlm li ser hesaba xwe ya medya sanal parve kir di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de dest pêkir de hat binçavkirin. Bayram, piştî kirariyên îfadeyan hat berdan. Di îdianameya piştî mehekê derbarê Bayram de hat amade kirin fîlm di çarçoveya sûcê “propagandaya rêxistinê” hat nirxandin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê îdianame qebûl kir û wê danişîna wê ya ewil di 9’ê Îlonê de were dîtin.   DELÎLÊ ŞÊNBER HAT HESIBANDIN   Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Yekineyên Parastina Jin (YPJ), baskekî Yekineyên Parastina Gel (YPG) e, di sala 2012’dan de weke tugaya jin a YPG’ê hatiye avakirin û girêdayî PKK’ê ye. Dozger xwest ku parvekirina Bayram weke delîlekî şênber were hesibandin û bê cezakirin.     MA / Barış Polat