Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake? 2021-08-03 10:36:01   WAN - Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar ku çû navçeya Ebexê ya lehî lê rabûbû, bi vangotinan "HDP çima nayê alîkariya we nake? Ji hale xwe re şukir bikin" heqaret li gelê Ebexê ku piştî lehiyê terkî qedera xwe hatiye kirin, KİR.    Li navçeya Ebexê ya Wanê, ji ber lehiyê gelek welatî mexdûr bûne. Li gundên Çibuxlî û Osmanî 100 dewar û mî bi avê re çûne û mirine. Her wiha 80 mal û 15 wesayît jî di bin avê de mane. Rewşa ku li herêmê pêk hatiye û xesara ku çêbûye qet ne di rojeva desthilatê de ye. Hat diyarkirin ku Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar, duh çûye serdana herêma ku piştî lehiyê terkî qedera xwe hatiye kirin û bi gotinên biçûkxistinê heqaret li gel kiriye.    GOTINÊN PARLAMENTERÊ AKP'Ê   Hosrof Dûrmûş ku li gundê Osmanî dijî, diyar kir ku parlamenterê AKP'ê Gulaçar ku duh serdana Ebexê kiriye û wan biçûk xistiye û wiha got: "Got, 'HDP çima alîkariya we nake? Ji halê xwe re şukir bikin'. Ji ber van gotinan gel bertek nîşanî wî da. Em ji lehiyê bibandor bûne. Peywira dewletê ye ku bêyî ferqê bixe nav welatiyan alîkariyê bike."   Selîm Kîşîoglû ku mala wî ketiye rewşeke ku nikare bê bikaranîn jî diyar kir ku bi gotinên nexweş ê parlamenterê AKP'ê re rû bi rû mane û ev tişt got: "Muxdûriyeta me dikin amûra siyasetê. Lehî li me rabûye, em li pêşiya siyasetê ne." Cemîle Kîşîoglû jî ev tişt anîn ziman: "Amûrên me lehiyê bi xwe re bir. Gihayê ku me ji bo sewalan berhev kiribû jî bi avê re çû. Hemû erzaqê me yê ji bo zivistanê di bin heriyê de maye. Me bi zorê canê xwe xelas kir."   'DAXWAZNAMEYA PAŞGUH KIRIN'   Welatiyê bi navê Bûrhan Dûrmûş jî da zanîn ku beriya 10 salan li gund qenaleke avê hatiye çêkirin lê nehatiye qedandin û ji bo temamkirinê gelek caran daxwazname dane rayedaran û wiha got: "Daxwaznameyên me hatin paşguhkirin û redkirin. Me daxwazname dan lê timik me eware kirin. Kesî guh neda me. Piştî lehiyê hatin qenalê bi xîzê têje kirin. Heke lehî bişev rabûna wê gelek mirovan jiyana xwe ji dest bida."   Sîbel Açikgoz ku amadekariya deweta xwe dikir jî ev tişt got: "Vê heftê deweta min e lê cihêz û zêrên min tev bi avê re çûne. Lehiyê hêviyên me bi xwe re birin. Em nizanin ku çi bikin."