Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide 2021-08-03 09:44:38   STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku zêdebûna dijminahiya li dijî penaberan rê li ber nîjadperestiyê vekiriye û ev nîjadperestî êrişên xwe yên yekemîn û herî tund li dijî kurdan pêk tîne.    Piştî ku vekişandina Amerîkayê ya ji Afganistanê dest pê kir, Talîbanê êrişên xwe zêde kir û gelek deverên welat kir bin kontrola xwe û herêmên xwe berfirehtir dike. Ev jî bû sedem ku koçberbûan afganan a bi salan e didome zêde bibe. Rawestageha destpêkê ya penaberên afgan Tirkiye ye. Penaber li vir bi pêkanînên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Ji ber polîtîkayên cihêkirinê yên desthilat û muxalefetê, her roj êriş li penaberên afgan tên kirin û tirsa ku careke din bên vegerandin dijîn.     Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay ku penaberan li dijî Ewropa weke koz bi kar tîne, beriya çendekî derbarê penaberan de ev daxuyanî dabû: "Heke ji hin cihên gelek girîng sûriyeyiyan bên vekişandin, sûriyeyî bên şandin wê aboriya welat têk biçe." Ev daxuyanî bû li xwe mikur hatina polîtîkayên li dijî penaberan. MHP ku beriya tifaqa xwe ya bi AKP'ê re timik digot, 'Divê penaber bên şandin' û polîtîkayên xwe yên nîjadperest didomand, di 5 salên dawîn de ku herî zêde penaber hatin Tirkiyeyê xwe bêdeng kir. Rojek berê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, vê bêdengiya xwe xera kir û berovajiyê polîtîkayên AKP'ê dijminahiya xwe ya li dijî penaberan bi van gotinan danî holê: "Koça bêpergal dagirkirineke ku navê wê nehatiye danîne û kompasa li dijî demografiya me ye."   RÊ LI BER NÎJADPERESTIYÊ VEDIKE   Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, diyar kir ku dijminahiya penaberan ku zêde dibe rê li ber nîjadperestiyê vedike û wiha got: "Divê herkes komê xwe deyne ber xwe. Berpirsên bingehîn ên koçê welatên emperyalîst in. Cihê ku emperyalîzm diçê şer, xwîn, rondik jî bi xwe re dibe. Ji ber vê emperyalîzm koçê hildiberîne. Bi peymana ku bi Yekitiya Ewropayê re hat çêkirin re Tirkiye bû embara penaberan. Penaber ne dikarin biçin Ewropa ne jî dikarin biçin welatê xwe. Ev pêvajoya 10 sal in didome. Bi vê rewşeke nû ava kirin. 10 sal in bêyî ku mafekî bidin penaberan wan digirin. Hem emperyalîzma Tirkiyeyê hem jî emperyalîzma Ewropayê ji vê stratejiyê gelek hez kirin. Desthilata AKP'ê bi vê serbilind e."   JI TEZKEREYAN RE 'NA'   Akdenîz, xwest ku koça afganan micid bê dîtin û hişyarî da ku wê ji Afganistanê koçeke mezin çêbibe û ev tişt anîn ziman: "40 sal in li wir şer didome. Amerîka bi biryarekê got ku wê ji Afganistanê vekişe. Li wa cihên vala leşkerên Tirkiye û NATO'yê bên bichihkirin. Ji bo rawestandina koçê divê mirov destpêkê ji tezkereyên şer re bibêje 'na'. Bi penaberan re civaka Tirkiyeyê 10 sal in mexdûr dibe. AKP bi penaberan civakeke rajêrî ava dike. Vê jî bi ser biratiya ummetê dike. Ev koç mudaxaleya demografiyayê ye. Ji bo guhertina rejîmê timik vê hêzê di destê xwe de digire. Li dijî Ewropa jî timik weke koz bi kar tîne."   RÊYA SÊYEMÎN   Di berdewamê de Akdenîz, destnîşan kir ku gotinên Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay ên derbarê penaberan de li xwe mikur hatine û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Li Tirkiyeyê ne Tifaqa Cûmhûr ne jî Tifaqa Millet penaberan nafikirin. Ji bo vê pêwistî bi rêya sêyemîn heye. Divê ev rê bibe vebijêrka gelekî demokratîk û şoreşger. Divê hemû hêzên derveyî Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milletê xwe bikin yek. Bloka ku em ê weke rêya sêyemîn ava bikin wê cara yekemîn wiha li pirsgirêkê binêre; divê Peymana Paşveşandinê bê betalkirin, divê destûra xebatê ji her penaberî re bê dayîn, divê karker di nav aramiyê de bixebitin, xebata derveyî qeydan ji holê bê rakirin û divê rêya ewle ya paşve çûyînê bê vekirin. Ji ber ku êdî ev nikare bê berdewamkirin Bahçelî jî îttîrazê vê rewşê kir."   'DIVÊ DENGÊ AŞTIYÊ BÊ BILINDKIRIN'   Akdenîz, da zanîn ku dijminahiya penaberan a zêde dibe rê li ber nîjadperestiyê vedike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ev nîjadperestî êrişên xwe yên yekemîn û herî tund li dijî kurdan pêk tîne. Li Konyayê 7 kurd hatin qetilkirin. Divê ev hişyarker bin. Kampanya Tifaqa Millet ya derbarê penaberan de rûn dide ser navê desthilatê. Rast e wê ev li penaberan jî bide lê ji wê bêtir qada avakirina provakasyonê vedike. Li ser medya sanal hin elewî li ser navê laîklîkê piştgirî didinê vê. Lê divê herkes xaçên ku li ser malên elewiyan tên çêkirin bi bîra xwe bîne. Ev pêl ber bi wê ve diçe. Hin kurd jî tevlî vê pêlê dibin. Heke hûn tevlî vê pêlê bibin, hûn ê pêşî li nîjadperestiya ku li kurdan dide vekin. Hin karker jî ji ber bêkariyê tevlî vê kampanyayê dibin. Sekuler jî ji ber fikarên xwe yên şerîet û cîhadê tevlî vê kampanyayê dibin. Lê divê em jinên ku ji ber kincên wan êriş li wan tê kirin bi bîra xwe bînin. Ev pêla nîjadperest bi kurd û elewiyan re li dijî herkesê ku ji ber rengê jiyana xwe fikar dikine. Lewre divê herkes komê xwe deyne ber xwe û hêzên demokrasiyê rê nedin nîjadperestî û şovenîzmê. Divê dengê aştî û biratiyê bê bilindkirin."   MA / Ferhat Çelîk