Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye 2021-08-03 09:26:13     STENBOL - Nûçegihanê me Enes Sezgîn ê dema şopandina nûçeyê komeke nijadperest û polîsan li wî dabûn wiha got: “Ev îşkenceya li gel û rojnamevanan tê kirin polîtîkaya dewletê ye.”    Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê di 31’ê tîrmehê de li Taksîma Stenbolê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya kurd şermezar kiribûn. Piştî daxuyaniyê li vir komeke ciwanan meş li dar xistibû. Komek nijadperest êrişî meşê û rojnamevanan kiribû. Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û xebatkarê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş jî di nav de gelek kes birîndar bûbûn. Polîsan jî ne êrîşkar, Sezgîn û Oztaş jî di nav de 6 kesan binçav kiribûn. Dadgehê rojnamevanên ku polisan di bin çavan de li wan xistibû, berda bû.    Nûçegihanê me Enes Sezgîn ê polîs û komeke nijadperestan li wî dabû, tiştên bi serê wî de hatibûn vegot.   KELEMÇEYA BI PIŞT VE   Sezgîn, diyar kir ku dema nûçe şopandiye ji aliyê koma nijadperest ve hedef hatiye nîşandan û wiha got: “Koma nijadperest, bi kirina îşareta ulkucuyan girse sor kir. Min tenê li wir dîmen dikişandin. Piştî ku êrîşî girseyê kirin êrîşî xebatkarên çapemeniyê jî kirin. Ji koma nijadperest 4 kesan û polîsekê êrîşî min û xebatkarên çapemeniyê yên jin kirin. Ne tenê li vir li her derê êrîşî rojnamevanan dikin. Piştî ku koma nijadperest belav bû ez li parkê rûniştim û dest bi  nivîsandina nûçeya xwe kir. Kesekî ji koma nijadperest ez nîşanî polîsan dam û polîs hatin ser min. Polîsan qada ku em lê bûn dorpêç kirin. Koma nijadperest jî her ku diçe zêde dibû. Polîsan mudaxaleyî ciwanên ku koma nijadperest êrîşî wan kiribû kirin. Pişt re li nasnameya min nêrîn û destê min bi pişt ve kelemçe kirin û min li erdê dirêjkirin. Ligel ku min ji wan re got ez rojnamevan im jî polîsan ji min re got “dengê xwe neke, neaxive” û heqaret li min kirin.”   LÊGERÎNA TAZÎ   Sezgîn, bi lêv kir ku polîsan îdia kiriye ku ji bo biçavkirina wî gilî heye û dema ji polîsan pirsîiye ku giliya derbarê wî de çi ye tu bersiv negirtiye. Sezgîn, pêvajoya birina qereqolê wiha vegot: “Ez li wesayîtê siwar kirim û birin Qereqola Kasimpaşayê. Çawa em çûn qereqolê min û 4 kesên bi min re hatin binçavkirin birin odeyeke pişte. Odeyeke ku em dikarin bêjin ‘îşkencexaneya’ qereqolê ye. Li vir qemere tune bû û odeyeke teng bû. Li odeyê li me hemûyan dan û îşkence kirin. Komeke qelebalix a polîsan xwe avêtin ser me û li destên me xistin. Li wê odeya tarî lêgerîn kirin. Li min lêgerîna tazî ferz kirin lê min qebûl nekir û polîsan careke din tundî li min kir. Pişt re em kirin yek rêz. Ji me re gotin ‘berê xwe bidin dîwar, serê xwe bi dîwar ve bikin’. Polîsekî din jî digot ‘serê ji dîwar vekin, rast bisekinin’ piştî ev yek kirin ji bo kontrola tenduristiyê em birin nexweşxaneyê.”   LI NEXWEŞXANEYÊ TUNDÎ   Sezgîn, destnîşan kir ku dema ji bo mûayeneyê ew birin nexweşxaneyê jî polîsan li wan xist û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê ez ser dev li erdê dirêj kirim. Pişt re em ji nexweşxaneyê birin qereqoleke din û li wir jî li me xistin. Min ji wan re digot ‘ez rojnamevan im’ lê zêdetir tundî li min dikirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Polîsek li wir hat ji hevalê xwe re wiha got ‘fermana taybet a amirî heye, em nahêlin ev rûyê xwe jî bişon’. Polîs hêza xwe ji amir digire û tundiyê dike. Gelo amir hêza xwe ji kê digire? Ev amir vê rehetiyê ji kê digire?”   ÎŞKENCEYA POLÎSAN   Sezgîn, bal kişand ku notirvanan jî îşkence li wan kirine û ev rewş weke hêza milis a dewleta çetebûyî bi nav kir. Sezgîn, anî ziman ku îşkenceyên derveyî mirovahiyê li wan kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek cihê laşê min şopa îşkenceyê heye û têkildarê vê min rapor girt. Ez ê giliyê polîsan bikim û şopdarê pêvajoyê bibim.”    POLÎTÎKAYA DEWLETÊ   Sezgîn, diyar kir ku polîsan gelek caran heqaret li wan kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîsekî piştî ku îşkence li me kir got hevalê xwe ‘ez ê çûm nimêjê bikim û werim’ vê gotina wî bala min kişand. Îşkenceyê li me dikin û pişt re diçin nimêjê dikin. Ev hişmendiyeke çawa ye? Ev îşkenceya li rojnamevan û welatiyan hatiye kirin polîtîkayeke dewletê ye. Dema em bi wesayîta polîsan birin nexweşxaneyê ji me re wiha gotin ‘Divê van kuçikan neavêjin girtîgehê. Bila xwarina dewletê nexwin. Ya herî baş niha tu van bibî zeviyekê û li serê wan bidî. Ruhê kesê jî pê nahese’.”