Cengîz Holdîng Şemrexê talan dike: Divêtavilê analîza ax û avê bê kirin

Parve bike:

MÊRDÎN - Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ku li Şemrexê talana ekolojîk didomîne, 3 tesîsên nû ava dike. Hevseroka Odeya Endezyarên Çandiniyê Fatma Irmakê got: “Divê ji bo herêmê tavilê bernameya analîza ax û avê bê destpêkirin. Ev yek nayê piştguhkirin.”

 
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, eko qirkirina ku ji aliyê Etî Bakir A.Ş. a girêdayî Cengîz Holdîngê ve pêk tê, roj bi roj mezin dibe. Pêvajoya endustirî ya ku di salên 1950’î de bi tespîta Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn û Lêkolîna Madenan (MTA) li ser cihên fosfatê yên herêmê dest pê kiribû, di sala 2011’an de bi rêya xwemalîkirinê dewrî Etî Bakir a Cengîz Holdîngê hate kirin. Niha li gundê Têznê ya di nav Herêma Endustrî ya Taybet de ji bo avakirina 3 tesîsên nû xebat hatine destpêkirin. Buhayê van her sê tesîsên wekî 450 milyon TL hat ragihandin.
 
Li gorî rapora ku Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê amade kiriye, asta ava bin erdê ya li herêmê di 5 salên dawî de ji sedî 60 kêm bûye. Asta avê ya ku di sala 2014’an de 69 metre bû, di sala 2019’an de heta 27,57 metreyan kêm bûye. Di raporê de hat destnîşankirin ku sedema sereke ya vê kêmbûnê bikaranîna ava endustrî ye û bi tesîsên nû re tê pêşbînîkirin ku di saetekê de 356 metrekup av bê bikaranîn.
 
GELÊ HERÊMÊ BI BERTEK E
 
Gelê herêmê yê ku li dijî projeyê bi bertek e, diyar kir ku ev tesîs xelekeke nû ya eko qirkirin û hilweşandina sîstematîk a erdnîgariyê ye ku bi salan e berdewam dike. Di 11’ê Nîsanê de bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji qada gundê Têznê ber bi tesîsa Etî Bakir ve meşek hate lidardarxistin. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji ajansa me re axivîn.
 
DAR Û BAXÇE ZIWA BÛN
 
Îbrahîm Demîr (72), anî ziman ku rêya Têznê ji sala 2011’an û vir ve ji ber tesîsa Etî Bakir girtî ye û ev tişt got: “Destûrê nadin gundî di vê rêyê re derbas bibin. Di vê tesîsê de tu qezenca me tune ye. Her darek ji bo bi dehan mirovan çavkaniya oksîjenê ye. Lê darên me ji ber vê tesîsê ziwa dibin. Bi salan e di rezên me de guşiyek tirî şîn nebûye. Baxçeyên me ziwa kirin. Cengîz Holdîng jixwe têra xwe dewlemend e, niha dixwaze ji bo qezenca xwe zêde bike vê tesîsê mezin bike. Bila vê neke.”
 
‘GUNDÊ ME BER BI TUNEBÛNÊ VE DIÇE’
 
Selahettîn Çelîk (70) wiha axivî: “Heta ku ev jehr hebe em avakirina 3 tesîsên nû qebûl nakin. Jehrê belav dikin. Avên me ziwa bûn, sewalkarî nema. Dixwazin me ji vir derxin, lê em ê axa xwe biparêzin.”
 
Muslum Dîlan (45), diyar kir ku ji ber tesîsê qadên jiyanê yên şêniyên gund bi temamî ji holê rabûne û ev tişt got: “Gundê me ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber bêhnê em nikarin derkevin derve, rêya me girtî ye, avên me ziwa dibin. Jiyana li vir gelekî zehmet bûye. Dixwazin em gund vala bikin. Em ê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em vê tesîsê naxwazin. Beriya tesîsê gundê me pir xweş bû.”
 
‘AVÊN BIN ERDÊ HATIN ZIWAKIRIN’
 
Eshat Bulut (61), anî ziman ku gelê gund wekî muxatab nayê girtin û ew ê li dijî tesîsên nû heta dawiyê têbikoşin. Serhat Tan (38) jî destnîşan kir ku çavkaniya sereke ya debara gund çandinî û sewalkarî ye û wiha got: “Sewalkarî hat qedandin. Bendaveke me li gund hebû. Berê mirovan li wir masî digirtin. Niha ji ber avên ku ji tesîsê derdikevin masî neman. Kanalîzasyona tesîsê jî diherike nava bendavê. Ev jehr e. Em dixwazin ev tesîs ji gundê me bê rakirin.”
 
Muxtarê gundê Têznê Mehmet Selîm Înan, bertek nîşanî girtina rêya wan da û got: “Tu kes nikare biçe ser zeviyê xwe. Sewalkarî ji ber vê yekê hatiye ber qedandinê. Zêdetirî 10 salan e em ji bo vekirina vê rêyê têdikoşin lê tu pêşketin tune ye. Pirsgirêk ne tenê rê ye. Avên me yên bin erdê hatin ziwakirin.”
 
‘EWLEHIYA XUREKÊ DI BIN GEFÊ DE YE’
 
Hevseroka Odeya Endezyarên Çandiniyê Fatma Irmak, bal kişand ser kêmkirina hilberîna çandiniyê û berhemdariya axê û wiha got: “Kombûna madenên giran di axê de, dibe sedema şewat û ziwabûna gîhayê. Nexweşî roj bi roj zêde dibin. Ev ne tenê pirsgirêka hilberîner e, ev gefeke berfireh a li ser ewlehiya xurekê ye. Tesîsê çandinî û sewalkarî talan kiriye. Bi tesîsên nû re ev talan ê duqat bibe. Divê rê li ber vê bê girtin. Divê ji bo herêmê bi lez bernameya analîza ax û avê bê destpêkirin. Ev nayê piştguhkirin. Ji bo parastina tenduristiya gel çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘AX TÊ JEHRÎKIRIN, NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN’
 
Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Felemez Oner, diyar kir ku talana ekolojîk a Cengîz Holdîngê ya ji sala 2011’an ve li Şemrexê didome gihîştiye asteke metirsîdar û wiha axivî: “Nexweşî zêde dibin, îdîayên penceşêrê hene. Ax tê jehrîkirin. Piştî vê rojê em ê nesekinin. Em ê li dijî vê şerê ku li hemberî xwezaya me tê meşandin rawestin. Divê her kes bi qasî ku ji destê wî tê piştgiriyê bide vê têkoşînê. Divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk piştgiriyê bidin vê têkoşînê.”
 
MA / Emrullah Acar - Haşîm Abak