GÎRESÛN - Derket holê ku tevî biryara dadgehê ya sekinandina xebatên madenê jî, Alagoz Holdîng xebatên xwe yên li Gîresûnê bi awayekî qaçax didomîne. Berxwedana gundiyan a li dijî van xebatên qaçax didome.
Berxwedana gel a li dijî xebatên madenê yên ji hêla Alagoz Holdîngê ve li Gîresûnê tên meşandin ku xwdiyê wê Wekîlê AKP’ê yê Îdirê Canturk Alagoz e, didome. Xebatên madenê yên li gundê Seku yê girêdayî Tîreboloyê û navçeyên Gorele û Çanakçiyê berfirehbûne û rêxistinên hawirdorê û şêniyên gundan jî bertek nîşan didin. Welatiyên dixwazin qadên jiyanê û çavkaniyên avê biparêzin, pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin û biryara sekinandina xebatan hate dayin. Lê tevî biryara dadgehê jî şîrket di saetên şevê de bi awayekî qaçax xebatên xwe didomîne. Kêliyên xebatê, ji hêla gundiyan ve hatin kişandin.
BI QAÇAXÎ XEBAT TÊN KIRIN
Gundiyan, da zanîn ku di sersibeha 7’ê Nîsanê de tevî cendirmeyan makîneyên sondajê derbasî gund hatine kirin. Tevî berxwedana bi rojaye didome jî cendirmeyan makîneyan diparêzin û walîtî daxilî pêvajoyê bûye. Vê yekê jî rê li ber berteka gel vekir. Hat zanîn ku tevî biryara dadgehê jî şîrket di bin navê “sondaja şikandinê ya karotê” de hinek belgeyên nû amade kiriye, xebatên xwe bi şev didomîne.
XEBATÊN DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE
Ji parastvanên jiyanê û şêniyê gundê Sekuyê Mesût Yilmaz, diyar kir ku şîrketa madenê xebatên xwe bi awayekî derhiqûqî didomîne û got: “Makîneya ku me hewl dide dernekeve jorê, niha li vir bi şev dixebite. Di bin kontrola dewletê de derxistin vê derê. Me hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar anîn û jê re got ‘bisekine.’ Lêbelê leşkeran musaede nedan. Niha li vir kezeba me tê qulkirin. Li jêr gundên me hene, kaniyên me hene. Ev makîneye niha li vir dixebite û belkî heta cihê ava me jê derdikeve jî çûne. Belkî jî li vir şantiyeyê çêbikin, hewza beravêtiyan çêbikin. Heke em niha pêşiya wê negirin û ev makîneye ji vir neçe êdî em qet nikarin bidin sekinandin.”