Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin

img
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê di bin navê “nêçîrê” de kuştina sewalên kûvî protesto kir û got: “Em hemû bi hev re jiyana jiyana zindiyan biparêzin û wan bidin jiyandin.” 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li ber avahiya Walîtiya Dêresimê daxuyanî da û kuştina sewalên kûvî protesto kir. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk Nûrşat Yeşîl li ser navê Platformê daxuyanî xwend. 
 
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN QETLÎAMÊ’ 
 
Yeşîl diyar kir ku di bin navê “nêçîriyê” de li dijî sewalên kûvî qetlîam berdewam dike û got: “Wezareta Çandiniyê û Daristanan her cûre zemîna qanûnî bo nêçîrvanên ji derveyî welat tînin tê temînkirin û bi rêya rêbazên îhaleyê tê kirin. Îro destûra xelkê me nayê dayîn ku biçin war û gundên xwe lê ji bo qetlîama sewalên kûvî yên li erdnîgariya me her cûre derfet tê temînkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Dêrsim yek ji wan erdnîgariya ye ku gelek cureyên zindiyan lê dijîn. Li şûna ku gelek sewalên kûvî bên parastin lê her sal ji bo qetilkirina wan destûr tê dayîn. Kuştina zindiyan tê maneya êrişa li dijî bawerî û pîroziyên li herêmê. Di baweriya xelkê Dêrsimê de jiyana her cûre zindî û sewalên kûvî û rîtuelên çandî pîroz e. Qetlîama di bin navê ‘nêçîriyê’ de tê kirin, êrişa li dijî jiyan, xweza û pîroziyên me ye. Werin em tev bi hev re mafê jiyana zindiyan biparêzin û wan bidin jiyandin.”