Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike

img
ÎZMÎR - Endamê Kolektîfa Ekolojiyê yê Polenê Cemîl Aksu diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava erdnîgarî tê jehrîkirin û wiha got: “Divê li dijî hêzên emperyal ên dixwazin herêmê bikin mêtingeha xwe û derebegên herêmî têkoşîna demokrasiyê bê dayîn.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Di êrişên xwe de dewleta tirk li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û Rojava jî bênavber bombebaran dike. Di encama êrişan de li gel kuştina sivîlan, rûxandina qadên jiyanê û hwd., her wiha gefeke mezin li xwezaya herêmê tê xwarin. 
 
Endamê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksu, têkildarî ziyanên ku şer rê li ber vedike de axivî. Aksu, diyar kir ku gelek encamên cuda yên şer hene lê aboriya şer jî rê li ber hilweşîneke mezin vedike. Bi domdarî Aksu ev tişt anî ziman: “Ji bo hilberandina çekên pergalê, madenên weke ûranyumê tên derxistin û rê li ber hilweşîneke mezin vedikin. Li herêmên ku ev maden jê tê derxistin jî texrîbateke mezin a ekolojiyê çêdibe. Dema ev tê kirin jî guh nadin tu rêgezên hawirdor û tenduristiya gel. Di heman demê de, dema ku ev çek tên bikaranîn jî rê li ber hilweşîneke mezin tê vekirin. Deverên ku çekên kîmyewî û biyolojîk lê tên ceribandin, demekî piştre êdî mirov lê nikarin bijîn. Ji ber ku ev kîmyewî bi hewa re belav dibin û di demekî kin de rê li ber penceşêr û jehrîbûnên radyoaktîf vedike.”
 
BANDORA ŞER A LI SER KURDISTANÊ 
 
Di berdewamê de Aksu bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li ser xaka Kurdistanê û wiha pê de çû: “Bandoreke van êrişan a berbiçav û ya ku bi çavan nayê dîtin heye. Şewatên daristanan, birîna daran û bendavên ewlehiyê bi çavan tên dîtin. Bendav, rê li ber tunekirina çem û dîrokê vedikin. Bombebaran û bikaranîna çekên kîmyewî jî di nava demekî dirêj de xwedî bandor dibin. Lê ji ber şerê diqewime, derfet çênabin ku ew guhertin bê şopandin. Lê mirov bi rehetî dikare texmîn bike ku jiyana zindiyan, fuana û florasa wê pir jê bandor dibe. Bi polîtîkaya şer re erdnîgariya Kurdistanê vediguherînin çolê. Xaka wê û çiyayên wê tên jehrîkirin. Erdnîgariya Kurdistanê ji ber şerê heyî êdî bêwec dibe, bêmirov dibe, daristana wê tune dibe û jiyana zindiyan xelas dibe. Hewl didin jiyana her zindiyekî tune bikin.” 
 
'AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNIN’ 
 
Bi domdarî Aksu bal kişand ser gefa êrişa bejahî ya dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Nayê qebûlkirin ku Tirkiye dest bi hewldana tevgera dagirkeriyê bike. Ji ber polîtîkaya şer, ava Çemê Firatê di bendavê de tê hiştin û gelên Sûriyeyê tên cezakirin. Heta avê jî weke çekê bi kar tînin û xebatên çandiniyê yên li herêmê bi dawî dikin. Her wiha zeytûngehên li Efrînê hatin talankirin û dan çeteyan. Dê ev şer hem rê li ber hilweşînên însanî û hawirdorî veke. Lewma jî nayê qebûlkirin. Lewma jî yek ji armancên sereke yên tevgera ekolojiyê, li ber rabûna şer re. Li dijî hêzên emperyal ên ku dixwazin herêmê bikin mêtingeha xwe û derebegên herêmî, divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bê meşandin. Cihê ku demokrasî lê nebe, têkoşîna ekolojiyê nabe.”  
 
MA / Tolga Guney