Li Çiyayê Cûdî şewat derket

img
ŞIRNEX- Li Geliyê Hirçê yê Çiyayê Cûdî şewat derket. 
 
Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewat derket. Hat zanîn ku şewat li herêma Geliyê Hirçê yê Çiyayê Cûdî derketiye lê nehat zanîn bê ka ji ber çi derketiye. Dûya ku li herêmê bilind dibe, li navenda bajar jî tê dîtin. 
 
Heta niha jî ji bo vemirandina şewata li Çiyayê Cûdî tu mudaxele nehatine kirin.