Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê

img

ŞIRNEX - Karsaz û parlamenterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez, hafriyata kanên xwe yên komirê dirêjîne çemê Nêrdûşê û ava çem qirêjî dike. 

Li herêma Botanê, bi êrişên leşkerî re êrişên li dijî xwezaya herêmê jî didomin. Li herêmê, ji bo "xweşkirina" operasyonên leşkerî bi destê cerdevanan dar tên birîn û ji bo qezençkirina karsazên AKP'î ava çeman tê qirêjkirin. Çemê Nerdûşê ku yek ji çemên girîng ê herêmê ye û şêniyên herêmê ji bo avdanî û vexwarinê jê sûd werdigirin, ji aliyê karsaz û parlamenterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez ve bi hafriyata kanên komirê tê qirêjkirin. Demeke dirêj e kanên komirê yên li Şirnexê ku piraniya wan ê Bolunmez in, hafriyata xwe dirêjînin Çemê Nêrdûşê. Ji ber vê ava çem ku ji çiyayê Cûdî dest pê dike û heta çemê Dîcleyê qirêj diherike, xesareke mezin dide zîndewerên çem û dar û daristanên li herêmê. 

 
Şêniyên gundê Avgamasya û Milgaşantiyê ku ji vê avê hemû pêdiviyên xwe pêşwazî dikin, li dijî vê rewşê bibertek in û dixwazin pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin. 
 
'BI SALAN E EM VÊ PIRSGIRÊKÊ DIJÎN'
 
Ayhan Cevlan (48) ku ji gundê Avgamasya ye, diyar kir ku qirêjkirina çem xisareke mezin dide xweza û tendûristiya wan û wiha got: "Bi salane em vê pirsgirêkê dijîn. Lê îsal ev zêdetir bû. Avên me şolî ne. Ji ber ku şoliye em nikarin bi kar bînin. Ji me re vekin jî em nikarin bi vê avê pêdiviyên xwe pêk bînin. Her amûrên me ji ber vê avê xerab bûne. Ji ber ku ava komirê ye, ev 10 roj in ava me nayê. Tendûristiya mirov ji her tiştî çêtire. Ji ber vê avê her tiştê me xerab bûye. heke em îro em tiştekî biçînin nikarin bi vê avê av bidin. Ji ber vê ava qirêj boriyên me xitimîne. Tiştên ku îro xwediyên van kanên komiran tînin serê me ne rast e. Îro herkes ava zelal vedixwe, çira em ya şolî vebixwin? Ev av zirarê dide me. Em bi saetan li benda tankerek av disekinin. Ev av xesar dide ajalan jî. Em nikarin ji xwe re fêqiyek jî biçînin. Dema em diçînin di cih de hişk dibe. Em ji vê pirsgirêkê re çareseriyê dixwazin." 
 
JI RAYEDARAN RE RAGINADINE LÊ ÇARESER NABE
 
Ji gundê Milgaşantiyê Zeynep Taşar (60) jî bertek nîşanî kanên komirê da û destnîşan kir ku bi zanebûn ava çem tê qirêjkirin û ev tişt anîn ziman: "Av nadin me, ava ku tê jî şolî ye. Kanên komiran ava me diherimîne. Ajalên me bi vê avê dimirin. Vê komirê ava me ziwa kir û herimand. Me ev pirsgirêk gelek caran bi rayedaran re jî parve kiriye, lê çareser nekirin. Em dixwazin ku weke herkesî ava me jî paqij be. Em jî ava paqij dixwazin."
 
AVA PAQIJ DIXWAZIN
 
Halîme Ozer (50) ya ji gundê Milgaşantiyê jî diyar kir ku bi salan e ew vê pirsgirêkê dijîn û wiha axivî: "Ava me ji 10 rojan carekê tê. Dema ku tê jî şolî ye. Kincên me neşûştîne û av tuneye ku em pê bişon. Li tevî hemû hewledanên me jî çareser nakin. Em bi tankeran avê dikişînin. Em dixwazin ku ava me paqij bihêlin. Weke herkesî em jî ava paqij dixwazin."
 
'DARÊN ME HIŞK KIRIN'
 
Ji gundê Milgaşantiyê Alî Tatar (48) jî got ku ew dixwazin ku pirsgirêk bê çareserkirin û nêrazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: "Bi hafriyatê ava me herimandin. Ava me ya vexwarinê tuneye. Em naxwazin ku hafriyatê birêjin çemê me. Bila ava me qirêj nekin. Heywanên me hemû ji ber tîbûnê nexweş ketine. Av weke komir û heriyê tê. Bax û baxçeyên me hemû li ser vî çemî tên avdan. Derfetên herkesî tunene ku bi tankeran avê bikirin. Darên me hemû hişk kirin. Bila neheqiyê li me nekin."
 
MA / Zeynep Dûrgût