Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin

img
ŞIRNEX - Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê cerdevanê bi navê Mahmût Balat, ji bo qereqol û binkeyên eskerî yên ku dê li Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê bên çêkirin, hin kom ava kirine û tevî van koman daran jêdike. Cerdevan Balat, komên darbiran bi beranberiya wergirtina komîsyonekê ava kiriye. 
 
Li herêma Besta û Çiyayê Cûdiyê bi destê cerdevanan qirkirina daran didome. 
 
Ji bo qereqol û binkeyên eskerî yên nû li Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê bên çêkirin, xweza tê talankirin û dar tên qirkirin. Qirkirina daran bi destê cerdevanên bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê tê kirin. Li Sêgirkê cerdevanê bi navê Mahmût Balat bi beranberiya komîsyonê hin kom ava kirine û ev 2 sal in bi vê koman re bênavber daran dibire. 
 
Li gor agahiyên bi destan ketine, cerdevanê bi navê Mahmût Balat, her roj komên ji 4-5 kesan pêk tên ava dike û li deverên cuda yên Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê daran dibire. Rojê 20 komên bi vî rengî tên avakirin û ev kom li deverên cuda daran dibirin. Ev kom heftê 6 rojan daran qir dikin. Komên ji sivîlan pêk tên tenê roja înê daran nabirin û wê rojê naxebitin. Kesên di van koman de cih digirin rojê 200 lîreyî distînin. 
 
Kesên daran dibirin, darên dibirin jî li traktoran bar dikin û wan tînin cihekî rast û li vir jî wan li qamyonan bar dikin.