Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir

img

ÇEWLIG - Li Gêxiyê bêyî ku li benda rapora ÇED'ê bê sekinandin dest bi karê madenê hat kirin. Gundî bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên talankirin. 

Şîrketa Madenvaniya Metal a Bîngolê, li gundê Arik, Goma Zengê û Inaq ê navçeya Gêxî û li gundê Sîrnût ê navçeya Adakliyê cardin dest bi kar û barên madenê kir. Şîrket, ji bo li Geliyê Periyê madenan derxîne di sala 2017'an de rapora "pêdivî bi ÇED'ê tune ye' wergirt. Piştî vê Komeleya Gundê Arikê serî li Dadgeha Îdare ya 1ê ya Erziromê da. Dadgehê di sala 2019'an de biryar da ku xebatên madenê bên sekinandin. Şîrketê jî di meha Îlona îsal de raporek ÇED'ê hazir kir û cardin dest bi xebatên madenê kir. Şêniyên herêmê li dijî van xebatên madenê ne. 
 
GUNDÎ MADENÊ NAXWAZIN
 
Şêniya gundê Arikê (65) Gulşen Yarar, anî ziman ku li gund qada madenê naxwazin û got: "Em naçin tu derê jî. Her tiştê me li vira ye û em naxwazin xwezaya me bê jehrîkirin. Civîn çêkirin. Kes madenê naxwaze. Em naxwazin ava me, xwezaya me qirêjî bibe. Hevjînê min tune ye, 3 zarokên min jî astengdar in. Kesî min tune ye, dahatek min tune ye û debar jî zehmet bûye. Doza çi li me dikin? Em naxwazin kes bê vira." 
 
DÊ ZIRARÊ BIDE XWEZAYÊ
 
Şêniyê gundê Arikê Velîşan Kostek ku li herêmê sewalvanî û mêşvaniyê dike, diyar kir ku dê xebatên madenê zirarê bidin sewalvanî û mêşvaniyê. Kosetek got: "Dê xwezaya me bê texrîbkirin, dê vê xwezaya xweşik perîşan bikin. Em madenê naxwazin. Çima em bihêlin xwezaya me bê texrîbkirin? Heya ji dest me bê em ê li ber wê rabin." 
 
POLÎTÎKAYA XALÎKIRINA JI MIROVAN
 
Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Gundê Arikê Îbrahîm Kûdîş jî anî ziman ku qada madenê li jora gund e û got: "Ava vexwarinê ya gundan ji wir tê. Dê ev zirarek mezin bide tenduristiya mirov. Em komeleyên gundan li dijî vê yekê li hev kom dibin û têdikoşin." 
 
Kûdîş, destnîşan kir ku dê bi derxistina madenan re nebatên herêmê tune bibin, ava ziwa bibin û hişkesalî çêbibe. 
 
Kûdîş, bal kişand ser ser bendav û HES'ên berê li herêmê hatine çêkirin û zirara ku wan daye xwezayê û got: "Ji ber vê li herêmê hema bibêje çandinî nemaye. Ev jî tê wateya herêm ji mirovan xalî dibe. Lewma demildest divê ev kana madenê bê girtin. Li vira gorên me û deverên me yên pîroz hene. Nikarin me ji herêma me derxin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar