Li Aydinê JES dibin sedema mirinê

img

AYDIN - JES'ên li bajarê Aydinê ku 26 jê bê ruxset bi 42 JES'an li cîhanê di rêza yekê de ye, zirareke mezin didin xwezayê, heywan û mirovan. 

Bajarê Aydinê ku navenda hilberîna hejîran a Tirkiyeyê ye, di salên dawî de bi çêkirina Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) bûye cihê mirinê. Li Aydinê ku hema bibêje tevahiya wê wekî herêma JES'ê hatiye îlankirin, 42 tesîs bi awayekî çalak dixebitin. Li bajêr cara ewilî di sala 1984'an de li navçeya Bûharakentê santral hatin çêkirin û her çû li tevahiya bajêr belav bûn. 
 
Rapora "Nirxandina Çavkaniyên Jeotermalê yên Tirkiyeyê" ku Bankeya Avadanî Pêşvebirinê ya Ewropayê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di Sibata 2021'ê de pev re amade kiribûn, gelek tiştan dide der. Li gor raporê, JES li gor santralên din 12 qatî zêdetir hewayê qirêj dikin. Li bajêr ji ber hewaya qirêj nexweşînên wekî pençeşêrê pir zêde bûne. Li gor daneyên Saziya Îstatîstûkê ya Tirkiyeyê, di sala 2019'an de, ji mirinên li Aydinê çêbûne ji sedî 42 jê ji ber mekanîzmaya geranê ye. 
 
Berdevkê Komeleya Parastina Xwezayê ya Germencîkê Metîn Aydin, behsa zirara ku JES didin xwezayê û mirovan kir. 
 
LI AYDINÊ 42 JES
 
Aydin, ragihand ku JES li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê wekî "dostê derdora paqij" tên berpêşkirin, lê belê ev xapandin e. Aydin, destnîşan kir ku di vî warî de yê herî zêde zirarê dibîne bajarê Aydinê ye û got: "Li bajêr, li qadeke pir sînordar 42 santral hene. Ev hejmareke pir zêde ye. Gava mirov axa wê hesab bike, Aydin teqabulî ji deh hezarî 7'ê Ewropayê. Her wih di warê cihên ku ev santral hatine çêkirin de jî pirsgirêk hene. Di asasê xwe de ev divê nêzî erdên çandiniyê û jîngehan neyên çêkirin. Lê li Aydinê berevajî vê tê kirin. Hemû santral li nêzî erdên çandinê û jîngehan hatine çêkirin." 
 
QIRÊJÎ
 
Aydin, destnîşan kir ku gava santral tên çêkirin û tên xebitandin nayên kontrolkirin û li gor lêkolîna ku wan kiriye tespît kirine ku 26 JES bê ruxset in. Aydin, bilêv kir ku ev JES'ên nêzî 30 sal in bêruxset dixebitin zirareke mezin didin derdorê û herî zêde jî didin hewayê, lê belê ji ber ku ev nayê hesibandin di raporan de nayê nîşandan. Aydin got: "Santral divê her sal pîvanên hewayê bidin wezaretê. Lê li gor rapora 2020'î ya Dîwana Muhasebatê, JES vê yekê nakin. Hem ranagihînin hem jî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî wan kontrol nake."
 
BANDORÊ LI ÎZMÎRÊ JÎ DIKE
 
Aydin da zanîn ku di hewaya tê berdan de hîdrojen sulgur, kukurtdîoksît, metan û radon hene û ev maden ji ber ku ji oksîjenê girantir in li hewayê dimînin. Aydin, bilêv kir ku gava baran dibare ev maden wekîasîtê tevli axê dibin û got: "Li Aydinê gelek eks gilî dikin ku bêhna hêkên xerabe tê. Bi taybetî jî bi şev û hin danên din em bi zorê bêhnê distînin. Sedema herî mezin a vê yekê kukurdioksît û hîdrojen sulfur e. Zanîngeha Dokûz Eylulê di sala 2019'an de li Germencîkê lêkolînek kiriye û tespît kiriye ku ev gazên behsa wan hatiye kirine li Îzmîra 120 kîlometre dûrî vira ye hatine pîvandin. JES tenê ji bo deverên lê hatine çêkirin ne talûke ne, bandorê li bajarên derdorê jî dikin." 
 
MIRIN
 
Aydin ku got "qirêjiya hewayê bi tena serê xwe kanserojen û kujende ye" got: "Encama herî mezin a qirêjiya hewayê pençeşêra pişikê ye. Ji xeynî wê di çavan de dibe sedema alerjiyê, di gewriyê de dibe sedema faranjîtê, dibe sedema xurê û dibe sedem ku astim, koah nexweşînên norolojîk li zarokan peyda bibin. Li Tirkiyeyê herî zêde nexweşînên mekanîzmaya geranê li Aydin û Germencîkê rû didin. Aydin di van nexweşînana de di rêza yekemîn de ye û di rêjeya mirinê de jî di rêza sisêyan de ye. Li Aydinê hejmara kesên di sala 2018'an de mirin, ji sedî 15 ji rêjeya Tirkiyeyê zêdetir e." 
 
QIRÊJBÛNA AV Û AXÊ
 
Aydin, destnîşan kir ku li bajarê Aydinê piraniya JES'an li dor çavkaniyên avê ne û di lêkolînên hatin kirin de di Çemê Buyuk Menderesê de mandenên metal, radyoaktîk û kîmyasalê hatuin dîtin. Aydin, da zanîn ku gava mirov li baskên çûkên li ser avê mêze dike dibîne ku metalên giran li ser wan hene û di hêkên çûkan de jî metalên giran hatine tespîtkirin. 
 
Her wiha Aydin, diyar kir ku sedemeke din a qirêjiyê jî di axê de çêdibe. Aydin, bilêv kir ku li Hewzaya Menderesê di berên çandiniyê de metalên giran hatine dîtin. 
 
TÊKOŞÎN
 
Aydin, destnîşan kir ku li Aydinê bêyî guh li çandinî, ekolojî û tenduristiya mirov bê kirin bi awayekî hovan enerjî tê hilberandin û têkoşîna li hemberî vê jî tê astengkirin. Aydin, bilêv kir ku di vir de peywira mezin dikeve ser milê saziyên civaka sivîl û got: "Ger gel jî alîkariyê bike em ê bi ser bikevin." 
 
‘EM JES'AN NAXWAZIN'
 
Aydin, destnîşan kir ku Aydin di warê hilberandina hejîr, zeytûn û kestaneyan û 18 berên din de li Tirkiyeyê di nav 10 bajarên sereke de ye û got: "Her wiha di warê JES'an de jî li cîhanê di rêza ewil de ye. Ne pêkan e mirov bi vê qirêjiyê bijî. Hûn nikarin li ser navê enerjiyê û tiştekî din vê bikin. Em ne li Tirkiyeyê ne jî li Aydinê JES'an naxwazin." 
 
MA / Tolga Guney