Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî

img
AMED - Li navçeya Farqînê, bi hinceta ku hewza olîmpîk û seha gokê bê çekirin darên li Parqa Aram Tîgran ji aliyê şaredariyê ve hatin birin. 
 
Li navçeya Farqîn a Amedê, darên li Parqa Aram Tîgran (Parqa Tokiyê) ji aliyê xebatkarên şaredariya ku qeyûm tayînê wê hatiye kirin ve hatin birîn. Tê angaştkirin ji bo ku hewza olîmpîk û seha gokê bê çekirin dar hatine birîn. Ji ber berteka gel niha birîna daran hatiye sekinandin lê hat diyarkirin ku şaredariyê hin beşên parqê weke mulkiyeta taybet firotiye hin kesan. 
 
'WÊ BIDIN ALÎGIRAN'
 
Rêveberê HDP'a Farqînê Şenol Çapan, diyar kir ku ew projeya tê xwestin li parqê bê çêkirin qebûl nakin û wiha got: "Piştî tayînkirina qeyûm dar hatin birîn û hin beşên parqê weke mulkiyeta taybet firotine hin kesan. Me beriya çend rojan li parqê daxuyanî da û pirsa ku çima dar hatine birîn kir. Me hîn kir ku qeyûm dixwaze li vir hewza olîmpîk û seha gokê çêbike. Gelê Farqînê li dijî projeyê bibertek e. Li gundê Farqînê ava vexwarinê tune ye. Vê pirsgirêk hel nakin diçin daran dibirin û didin alîgirên xwe. Em destûr nedin ku mafên me bên qedexekirin û sînordarkirin. Em destûr nedin proyeke wiha. Em ji tu kesî jî natirsin."