Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!

img

DERSIM - Pezkoviyên Geliyê Înê ji aliyê nêçirvanên "bibelge" ve tên kuştin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan û gotin: "Bila tevdîr bê girtin, yan na çi hewce be em ê bikin." 

Li Geliyê Înê yê di navbera gundê Sorek, Koterîç û Dirbanê yên navçeya Mazgêrt a Dersimê de, nêzî mehek e pezkovî tên kuştin. Kesên ji Meletî, Semsûr, Osmaniye, Xarpêt û Çewligê tên pezkoviyan dikujin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan. 
 
KOMKUJIYEK BIBELGE
 
Şêniyê gundê Sorekê Fîrkan Aslan, anî ziman ku gelî ji bo wan qadeke pîroz e û ev gelî berê jî bi kana keviran hatiey texrîbkirin. Aslan, destnîşan kir ku kesên di bin navê nêçirvaniyê de tên hem zirarê didin heywanan hem jî ekolojiya herêmê. Aslan, bilêv kir ku kesên tên herêmê hişyar dikin ku nêçirvaniyê nekin, lê belê ev kes "belgeya destûrê" nîşanî wan didin. 
 
Aslan, ragihand ku xweza bi belgeyan tê texrîbkirin û got: "Em mirovên li vir tiştekî bi heywanan nakin. Zivistanê ji bo heywan birçî nemînin em tovan datînin. Lê nêçirvan tên van heywanan dikujin. Heya jêra gund tên. Gundiyek çûye cem wan û ji wan re gotiye nêçirvaniyê nekin. Lê nêçirvanan jê re gotiye 'me destûr stendiye, nêzî me nebe yan na em ê bera te bidin.' Pezkoviyên vira ji me natirsin, lê nêçirvan tên wan dikujin." 
 
Aslan, da zanîn ku ji bo pêşî li ber nêçirvaniyê bê girtin çûne Qereqola Kizilkaleyê û qereqolê ji wan re gotiye "destûra nêçirvanan heye, em nikarin tiştekî bikin." Aslan got: "Belgeya wan ne xema me ye. Nikarin bi wan kaxezan xwezaya me qetil bikin. Em qebûl nakin. Bila bihêlin em li gor baweriya xwe bijîn. Bila nirxên me tune nekin. Tunekirina bawerî û nirxekê, tunekirina wan kesên baweriya xwe bi wê bawerî û nirxê anîne bi xwe ye." 
 
'EM Ê TEVDÎRA XWE BIGIRIN'
 
Şêniyê gundê Koterîçê Alîcan Gunduz jî bilêv kir ku çend roj berê nêçirvan hatine heya cem malaê wî û ji wan re gotiye "biçin ji vir." Gunduz, diyar kir ku nêçirvanan jê re gotine "herin derdê xwe ji qereqolê re bibêjin û got: "Ger careke din bên em ê jî li gor wê tevdîrên xwe bigirin. Ji lew re ev der jîngeha me ye. Heywan 200 metre wêde diçêrin, ji me natirsin. Em dest nadin van heywanan." 
 
Gunduz, got: "Bila li hemberî nêçirvaniyê tevdîr bên girtin, yan na çi hewce me em ê bikin û em ê nehêlin nêçirvan li van deran bistrên." 
 
MA / Cengîz Ozbasar