Qada çopê Cizîrê jehrî dike!

img

ŞIRNEX - Li Cizîrê dûxana ji cihê ku çop lê tên valakirin bilind dibe asîmanên navçeyê dinixumîne. Welatiyên ji ber bêhnê nikarin îdare bikin, dixwazin cihê çop lê tê valakirin bê guherandin. 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, çopên tên berhevkirin li texma Bozalanê ya girêdayî navçeyê tên valakirin. Cihê çop lê tên valakirin bi qasî kîlometreyekê dûrî avahiyên şêniyên navçeyê ne. Welatiyên ku xaniyên wan nêzî qada çopê ne, ji ber qirêjiyê, bêhna genî û duxanê hew îdare dikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de şaredarî ji dest qeyûm derxist, ji bo tesîsa paşveveguherandinê bê çêkirin projeyek çêkiribû. Lê belê piştî hilbijartinê bi 7 mehan, yanî di 29'ê Cotmeha 2019'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin. Bi tayinkirina qeyûm re projeya ji bo qada çopê hatibû çêkirin pêk nehat. 
 
‘HEYWANÊN BI JEHRÊ KETIN'
 
Abdûllah Gasir (60) ku xaniyê wî bi qasî kîlometreyekê dûrî qada çopê ye, anî ziman ku gava ba an jî firtonê radibe çopên biçûk heyanî cem wan tên û got: "Jixwe ji ber bêhna wê em hew îdare dikin. Gava baran dibare, ava baranê wan çopan bi xwe re tîne heya cem me. Ev ava ji wir diherike, heya deverên ku em heywanên xwe lê diçêrînin diherike. Gava heywanên me vî giyayî dixwin bi jehrê dikevin û dimirin. Bi taybetî bêhna wê mirov mahf dike. Demildest divê ev çop ji vir bê rakirin." 
 
NIKARIN PACEYÊN XWE VEKIN
 
Gasir, destnîşan kir ku nêzî 5 hezar welatiyên li TOKÎ'yên Bozalanê dimînin bandorê ji vê yekê digirin û got: "5 sal in li vira me. Bi taybetî gava çopê dişewitînin, ew dûman heya cem me tê. Ew pirtikên bi dûmanê re tên, dikevin hundirê me. Em her roj malê paqij dikin. Lê dîsa qirêj dibe. Ji ber vê em nikarin derî û paceyên xwe jî vekin." 
 
PROJE HAT ÇÊKIRIN, LÊ...
 
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, anî ziman ku qada çopê pirsgirêkeke herî lezgîn a Cizîrê ye. Kûtlû, bilêv kir ku gava di 31'ê Adara 2019'an de dest bi kar kirine ewilî guh li pirsgirêkên welatiyan kirine û pêdiviyên wan tespît kirine û got: "Tespîteke me ya girîng jî qada çopê bû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em tevgeriyan. Me ji bo avakirina tesîseke paîvevegerandinê dest bi xebatan kir. Ji bo vê me hevdîtin bi gelek fîrmayan re kir û tam me yê li hev bikirana qeyûm hat tayinkirin." 
 
Kûtlû, destnîşan kir ku ji ber ku qada çopê cihekî bilind e û tim tê şewitandin, zirareke mezin dide mirovan û derdorê. Kûtlû, anî ziman ku lewma ji bo vê dest bi xebatan kiribûn û hewl dabûn ku tesîsekê ava bikin û got: "Me yê çopan ji hev veqetandana. Me yê yên bi kêrhatî veqetandana û yên nebikêrhatî jî binax bikirana. Lê mixabin berî ku em vê projeya xwe pêk bînin qeyûm hat tayinkirin. Bi tayinkirina qeyûm re proje nîvco ma. Ji ber ku qeyûm kesên tayinkirî e guh li pirsgirêkên gel nakin. Nizanin pêdiviya gel bi çi heye. Lewma niha bi hezaran welatiyên me, bandorê ji van çopan digirin." 
 
MA / Omer Akin