Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin

img
RIHA - Piştî salên dirêj keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li herêma Zinarê Gewr a gundê Semkûlî yê Rihayê hat dîtin.
 
Keftarê bixet ku nesla wî li gorî kategoriyên Yekitiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî û Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) li ber tunebûnê ye li herêma Zinarê Gewr a gundê Semkûlî yê navçeya Karakopru ya Rihayê hat dîtin. Tê fikirin ku keftar beriya salekê ji Semsûrê hatiye herêmê û ji aliyê gundiyan ve tê xwedîkirin. Hat hînbûn ku dema keftar hatiye herêmê ducanî bûye û niha bi têjikên xwe re li heman herêmê dijî.
 
Hat hînbûn ku nêzî 70 salan de li herêmê keftar nehatine dîtin û li ser guman gundiyekî qamera hatine bicihkirin û bi vê rêbazê keftar hatiye dîtin. 
 
Gundiyan ji bo parastina keftaran serî li Lijneya Parastinan Hebûnên Çandî ya Herêmê ya Rihayê dan.