Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê

img

ÊLIH - Ji ber nelihevkirina "maliyetê" ya di navbera DSÎ û Şaredariya Heskîfê de, nêzî 6 meh in ava bermayî ya Heskîfê diherike pengava bendavê. 

Heskîfa 12 hezar salî û 199 gund ji ber Bendava Ilisûyê (Bendava Veysel Eroglû) di bin avê de hatine hiştin. Piştî Heskîfa dîrokî di bin avê de hat hiştin, ava bermayî ya Heskîfa nû, ji ber nelihevkirina "maliyetê" ya di navbera Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) û Şaredariya Heskîfê ya AKP'î de ji 1'ê Hezîranê ve diherike pengava bendavê. 
 
NELIHEVKIRINA 'MALIYETÊ' 
 
Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), di 3'yê Tîrmeha 2019'an de bi 845 hezarî tesîsa dawerivandina ava bermayî çêkir. Her wiha dewletê jî ji bo du salan xwe da ber 2 milyon û 500 hezar TL heqê xebitandina tesîsê. Di 1'ê Hezîranê de jî dihat payîn ku tesîs dewrî Şaredariya AKP'î ya Heskîfê bê kirin, lê piştî ku şaredariyê got "budçeya me tune ye" tesîs li holê ma. 
 
DÊ BIBE ÇOP
 
Endama HDP'î ya Meclîsa Şaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek, diyar kir ku ava bermayî ya navçeya nû nêzî 6 meh in diherike pengava bendavê. Şîmşek, anî ziman ku bajarê dîrokî yê di bin avê de hatiye hiştin niha jî di nav gemarê de maye. Şîmşek, anî ziman ku meha borî ev mijar bûye rojeva meclîsa şaredariyê, lê belê biryar hatiye girtin ku qaweta şaredariyê têra tesîsê nake. Ji ber nebûna budçeyê şaredarî nikare tesîsê bistîne. Niah tesîs wiha sekinandî ye. Heger lihevkirinek çênebe, dê ew tesîsa ku ew qas pere lê hat xerckirin bibe çop û here."
 
NIKARIN PACEYÊN XWE VEKIN
 
Şîmşek, destnîşan kir ku demildest divê ev mesele bê helkirin û tesîs bê vekirin. Şîmşek, diyar kir ku şêniyên Heskîfa nû ji ber bêha ava bermayî nikarin paceyên xwe jî vekin. 
 
MA / Fethî Balaman