Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin

img

MERSÎN - Hevserokê ÎHD'a Şaxa Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku pêkanîna lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê sîrayetî nexweşxaneyan jî kiriye. Demîr, ragihand ku jineke girtî li odeya muayeneyê bi taciza eskerekî re rûbirû maye. 

Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê piştî mirina girtiyê nexweş Îsa Gultekîn cardin bi pêkanînên xwe yên mafan bû rojev. Her diçe binpêkirinên mafan ên li vê girtîgehê zêde dibin. Li girtîgehê ji taciz, îşkence û astengkirina mafê tenduristiyê bigire gelek maf tên binpêkirin. 
 
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê, herî kêm 5 girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar di vê girtîgehê de hene. Hevserokê ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, bang li rayedaran kir ku demildest binpêkirinên mafan bi dawî bibin. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Demîr, diyar kir ku girtî herî zêde ji ber ferzkirina lêgerîna tazî serî li komeleya wan didin. Demîr, ragihand ku girtî tenê ne li girtîgehê, di dema sewqkirina nexweşxaneyan de jî ji hêla xebatkarên tenduristiyê ve bi heman pêkanînê re rû bi rû dimînin. Demîr, bilêv kir ku xebatkarên tenduristiyê bi awayekî bîrdozî nêzî girtiyan dibin û jineke girtî ya ji girtîgehê sewî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê hat kirin, hatiye tacizkirin. 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ TACIZ
 
Demîr, tiştên li nexweşxaneyê qewimîn ragihandin: "Tê xwestin fîlmê sînga jina girtî bê girtin. Gava di dema girtina fîlm de, esker ji hundirê odeyê dernakeve. Nexweş dixwaze esker derkeve derve, lê bijîşkê li wir dibêje 'Qey tu qet li cem bijîşkekî mêr muayene nebûyî? Bila esker bimîne, ma çi dibe?' Gava ev nîqaş wisa dewam dike, radibe nexweşê dibe cihekî din ên odeyê û fîlmê wê digire. Girtiya jin, gava xwe ji bo fîlm amade dike, esker jî di neynikê de lê mêze dike. Girtiya jin dixwaze zabitname bê amade kirin, lê peywirdarên li odeyê zabitnameyê nanivîsin û wê dişînin girtîgehê. Cardin nerihet dibe û vê carê wê sewqî beşa kardiyologê dikin. Vê carê bijîşk dixwaze wê bi awayekî kelemçekirî muayene bike. Lê ji ber ku girtiya jin li ber vê radibe, bijîşk jî wê muayene nake. Ji ber vê me serî li deverên têkildar da." 
 
DI DEMA SEWQKIRINÊ DE TAHDE
 
Demîr, diyar kir ku girtiyên ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T'yê hatine kirin bi pêkanînine dijî mirovahiyê re rû bi rû mane. Demîr, bilêv kir ku ji ber vê xizmê girtiyekî serî li komeleya wan daye û got: "Di dema sewqkirinê de eskeran li girtiyan xistiye. Bavê girtiyekî serî li me da û ev tişt ragihandin. Eskeran bi awayekî dijwar li girtiyan xistiye û yê ser wan,  gotiye 'Bes e, ma hûn ê wan bikujin' û li ber wan rabûye. Piştî vê dest bi heqaretan kirine." 
 
ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ
 
Demîr, anî ziman ku weşanên kurd, rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nagin girtiyan û pirsgirêkên di dema pandemiyê de rû dan hîn jî didomin. Demîr, da zanîn ku ji bo hejmara girtiyên nexweş ên di girtîgehê de hîn bibin serî li rêveberiya girtîgehê dane, lê belê rêveberiya tiştek ji wan re negotiye û wan jî li gor derfetê xwe ev yek tespît kirine. Demîr, bilêv kir ku li gor tespîta wan di girtîgehê de 5 girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar hene. 
 
Demîr, bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyyan a ji aliyê Komîsyona Şopandinê ya Girtîgehê ve û got: "Komîsyon biryarine subjektîf digire. Bi hincetên wekî negirtina avê, vekirina lembeyan înfazên girtiyan tên şewitandin. Bi vî awayî berdana bişertî ji holê radikin. Ev jî binpêkirineke mafan a giran e." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç