'Talankirina daran rawestînin'

img
ÇEWLIG - Rêxistinên sivîl ên li Çewligê birîna daran a li Karacehenemê wek "talankirina daran" pênase kirin û xwestin demildest birîn were sekinandin.
 
Li Daristana Herêma Karaceheneme ya bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve dar tên birîn. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Çewligê çûn herêmê û daxuyaniya hevpar dan. Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr û rêveberên HDP'ê jî destek dan saziyên sivîl. Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Gundê Saxnis Abdulbakî Ayik daxuyanî xwend û ji 6'ê cotmehê ve Miduriyeta Daristanan a Çewligê û fîrmaya ku îhalê wergirtiye li herêmê daran dibirin û li gel ew li ber rabûne û daxwazname dane cihên pêwendîdar jî li ber çavan nehatiye girtin û birîna daran bênavber didome. Ayik got şandeyek çavdêriyê ku ji gundiyan pêk tê nehiştine biçin herêmê û got: "Li vir ji kê çi tê veşartin? Li vir darên me tên talankirin. Em wek talanê pênase dikin. Em dixwazin bila demildest birîna daran were rawestandin."