'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'

img
ERDEXAN - Serokê Komeleya Gundê Çolpenekê Acar Dag ku li dijî birîna darên li zozanên bajaroka Karavenkê ya navçeya Golanê çû herêmê, diyar kir ku leşkeran destûr nedaye civînan bikin û gef li wan xwarine. 
 
Birîna daran a li zozanên Çolpenek û Canîbeg ên girêdayî bajaroka Karavenkê ya navçeya Golanê ya Erdexanê didome. Endamên Komeleya Gundê Çolpenekê li dijî birîna daran çûn herêmê û xwestin bi gundiyên li herêmê re bên gelhev. Serokê komeleyê Acar Dag û heyeteke pê re çûn gundê Çolpenekê. Dag û heyeta pê re li gund ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û gef li wan hatin xwarin. 
 
LEŞKERAN DESTÛR NEDA CIVÎNÊ
 
Serokê Komeleyê Dag, da zanîn ku hê li Balefirgeha Erziromê hatine şopandin û dema ku çûn gund dîtine ku gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Dag, agahî da ku têketina gundên Çolpenek, Karavenk, Sinot,  Dûramçamê ji aliyê lekeran ve hatine girtin û wiha got: "Me xwest li gund bi gundiyan re civîneke bikin, lê cendirmeyan bi ser cihê vivînê de girt û destûr nedan em civîn bikin. Gotin ku civîn bi fermana walî û fermandar hatiye qedexekirin. Piştre fermandarê qereqolê li min geriya û got: "Em ê destûr nedin civîne, Hun ê jî demildest ji gund derkevin. Hûn ê careke din jî nekevin gund. Gelo bêyî sedeme fermandarê qerekolê dikare welatiyekî ji gundî wî derbixe."
 
LEŞKER: DARISTANÊ DEWLETÊ YE DIKARE BIBIRE
 
Dag, destnîşan kir ku 3 rojan li gund mane û her sê rojan jî maşîneyên leşkerî li ber her mala gund hatine bicihkirin û dema ku xwestine biçin deverên dar li wan tên birîn leşkeran wan asteng kiriye û ev tişt anîn ziman: "Fermandarê qereqolê ji min re got, 'Tu yê li vir nemînî, divê gund terk bikî. Daristanê dewletê ye wê bibire'. Polîtîkayê acizkirinê berdewam kirin. Hesabên me yên şexsî û yên komeleyê kontrol kirin. Fermandar got, 'Heke ez tiştekî di van rûpelan de bigirim ez ê we biêşînim. Heke hûn vir terk nekin ez ê we mehf bikim'. Her cihê ku em diçûnê leşker jî li duh me dihatin."
 
'HEKE EM SERÎ BITEWÎNIN WÊ DARISTANÊN ME TUNE BIKIN'
 
Di berdewamê de Dag, bi lêv kir ku li herêmê rewşeke awarte heye û axaftina bi van gotinan bi dawî kir: "Ji bo ku mirovên me yên li gund hê bêtir aciz û diltirs nebin me biryara derketine ji gund da. Mafê me yê çalakî lidarxistinê û parastina daristanên xwe heye.  Kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Dewlet ji aliyekê ve kesên ku birîna qaçax dikin jî ji aliyekê ve daristanên me tune dikin. Em mirovên li wir dijîn heke serê xwe bitewînin wê daristanên me tune bikin."