Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Antalyayê sê roj in şewat didome. Bi hezaran hektar qada daristan şewitî û bû xwelî. Li van hêrmên şewatê bi dehan gund hatin valakirin. 
 
Li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Antalyayê ji 28’ê tîrmehê ve li qadên bidaristan şewat derketiye û berdewam dike. Heta niha şewat nehatiye vemirandin. Li hin deveran şewat hat kontrolkirin. Bi hezaran hektar qad şewitîn û bûn xwelî. Bi hezaran sewal û lawir jiyana xwe ji dest dan. Heta niha di şewatan de li navçeya Manavgata Antalyayê 3 kes û li navçeya Marmarîsa Mûglayê kesek bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 200 însan jî birîndar bûn. Tîmên agirkujiyê her çiqas mudaxile dikin jî lê şewat ji ber ku bi lez belav dibe û gûr e nayê vemirandin. Hat zanîn ku heta niha bi dehan gundên li herêmên şewatê yên van her çar bajaran bi armanca tevdîran hatine valakirin.