Li Çeşme û Odemîşê şewat derket 2025-07-03 09:08:32   ÎZMÎR - Şewata li navçeya Çeşmeyê di roja 2’yemîn de didome û ji ber şewata li Odemîşê jî 2 tax hatin tehliyekirin.    Li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê li qada çîlê şewat derket û şewat ev 2 roj in berdewam dike. Di danê sibehê de ji hewayî û bejahî ve mudaxile hate kirin. Şewata ku li devera zîraetê ya li Taxa Ildirê dest pê kir, ji ber bayê li qada daristanê belav bû. Ji ber şewatê, taxên Ildir û Germiyanê û taxa Nohutalanê ya navçeya Urlayê jî hatin tehliyekirin. Rêya di navbera Îzmîr-Çeşmeyê de ji ber ewlehiyê hate girtin û şewat nêzî otorêya Îzmîr-Çeşmeyê bû.    2 TAX HATIN TEHLIYEKIRIN    Duh di saetên şevê de li derdora Manastirê ya li Taxa Tosunlar a Odemîşê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayê, şewat di demekî kin de belav bû û gihişt Taxa Suçiktiyê. Taxên Tosunlar û Suçiktiyê ji bo tevdîrê hatin tehliyekirin.    Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban têkildarî şewatan daxuyanî da û got ku ji ber xetên ceyranê derketiye.