Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist 2023-09-03 16:50:37   SEMSÛR - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çêlikanê bi mebesta pêşxistina hestiyariya li dijî hawirdorê, çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çêlikan a Semsûrê di çarçoveya xebatên ekolojiyê de li Ziyareta Zerban ê li bajarokê Bulamê paqijiya derdorê kir. Welatiyên tev li çalakiya paqijkirinê bûn, li gel paqijiya hawirdorê, di heman demê de têkildarî hevsengiya ekolojîk û paqijiya hawirdorê de hatin agahdarkirin.    Eleqeyeke mezin a welatiyan ji bo çalakiyê hebû.