Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket 2023-08-13 16:36:51 MÊRDÎN - Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê Artukluyê şewat derket. Ji bo vemirandina şewatê mudaxile tê kirin lê şewat deqe bi deqe mezintir dibe.    Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê girêdayî navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Piştî ku gundiyan hay ji şewatê bûy, di kêliyê de mudaxile kirin û li ser agahdarkirinê, komên agirkujiyê li herêmê hatin veguhestin. Lê belê ji ber ku rêya herêmê nîne, ekîbên agirkujiyê nekarîn mudaxileyeke baş bikin. Li ser vê yekê tîmên agirkujiyê û gundiyan bi şaxên daran hewl dan şewatê vemirînin.    Gundiyan, diyar kirin ku şewata li herêmê deqe bi deqe mezintir dibe û şêniyên gundên derdorê jî ji bo vemirandina şewatê bi hawarê hatin.    Hat zanîn ku heta niha ji ber şewatê bi dehan donimên daristanê şewitî ne û xebatên vemirandinê berdewam in. Şêniyên gund ji bo vemirandina şewatê banga alîkariyê kirin.