Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe 2023-08-09 10:27:28   AMED - Pêla germahiyê ya li Kurdistanê dê bi qasî 6 heta 10 pileyan derkeve ser germahiya asayî ya demsalan. Tê payîn ku germahiya li Amedê derkeve ser pileya 44'an.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya di navbera 7 û 14’ê tebaxê de parve kir. Li gorî raporê; dê li herêmên hundir û rojava yê Tirkiyeyê germahiya hewa kêm bibe û li gorî germahiya asayî ya demsalan be. Lê belê li bajarên Kurdistanê dê germahiya hewayî bi qasî 6 heta 10 pileyan bi ser germahiya asayî ya demsalan be.    Ji bo bajarên ku dê hewayê wê germtir bibin hişyarî hate kirin ku kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr û zarok di nava rojê saet navbera 11 û 16.00’ê de tevdîrên xwe bigirin.    Li hinek bajaran germahiya tê texmînkirin wiha ye:  42   Sêwas: 37-39°C, dê kêmewir û sayî be    Xarpêt: 37-42°C dê kêmewir û sayî be    Amed: 44°C dê kêmewir û sayî be    Semsûr: 39-43°C dê kêmewir û sayî be   Riha: 38-44°C dê kêmewir û sayî be    Êlih: 42-45°C dê kêmewir û sayî be    Şirnex: 38-40°C dê kêmewir û sayî be    Sêrt: 43°C dê kêmewir û sayî be    Dîlok: 39 °C dê kêmewir û sayî be    Erzirom: 33 °C dê biparçeyî û kêmewir be    Meletî: 41 °C  dê kêmewir û sayî be    Wan: 31 °C dê kêmewir û sayî be    Îzmîr: 35 °C dê kêmewir û sayî be    Edene: 35 °C dê kêmewir û sayî be    Mêrsîn: 33 °C dê kêmewir û sayî be