Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin 2022-11-11 11:30:13   SÊRT - Şûraya Dewletê cara duyemîn ji bo rapora ÇED’ê ya ji bo Santrala Hîdroelektrîkê ku tê xwestin li ser Çemê Zorava bê çêkirin, biryara betalkirinê da.    Şûraya Dewletê cara duyemîn ji bo rapora Nirxandina Bandora Li Hawirdorê (HES) ya ji bo Santrala Hîdroelektrîkê ku tê xwestin li ser Çemê Zorava yê Sêrtê bê çêkirin, biryara betalkirinê da.  Li gundê Şavûran ê navçeya Dihê ya Sêrtê, li ser Çemê Zoravayê di sala 2015'an de Santrala Hîdroelektrîkê (HES) hatibû çêkirin. Tê xwestin ku nêzî vê santralê yeke din bê çêkirin. Lê belê gundî serî li Dadgeha Îdareyê dabûn ji bo betalkirina wê. Lê dadgehê daxwaza girtiyan red kiribû. Ji ber vê gundiyan serî li Şûraya Dewletê dabû û şûrayê jî di 2'yê Kanûna 2020'î de biryara dadgehê xera kiribû. Piştî vê biryarê danişîna dosyeyê di 13'ê Tîrmehê de cardin li Dadgeha Îdare ya Sêrtê hatibû lidarxistin û dadgehê li gor biryara şûrayê tevgeriyabû û biryar dabû ku rapora ÇED'ê ya projeyê bê betalkirin.   GUHERTINA PLANA ÎMARÊ   Ji ber rapora keşfê li dijî rapora ÇED’ê bû dadgeha herêmî, biryara HES’ê betal kir. Li ser vê yekê Meclisa Giştî ya Sêrtê kete nava liv û tevgerê. Piştî ku 4 kes ji peywîrê hatin girtin Meclisa Giştî ya Bajêr a 3 endamên HDP’ê û 15 endamên AKP’ê tê de ne, di 2’yê tebaxê di heman herêmê de ji bo HES bê çêkirin Plana Îmarê guhert û li dijî 3 dengan bi 15 dengan qebûl kir. Guhertina Plana Îmarê ji aliyê Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglû ve hate pejirandin.    BI YEK DENGÎ BIRYAR HATE WERGIRTIN   Piştî ku dadgehê rapora ÇED’ê betal kir, Wezareta Enerjî û Çavkaniyê Xwezayî û şîrketa ku çêkirina HES’ê girtiye ser xwe bi hinceta “guhertina îmarê” bi daxwaza betalkirina rapora ÇED’ê serî li Şûraya Dewletê dan. Şûraya Dewletê bi yek dengî daxwaza redkirina betalkirina rapora ÇED’ê, red kir.    TÊKOŞÎNA HIQÛQΠ   Parêzera dozê Fatma Elçîçek, bi bîr xist ku Çemê Zorava ji bo gelek gundan çavkaniya avê ye û wiha got: “Heke projeya HES’ê bikeve meriyete wê xweza zirarê bibîne. Dadgehê nîşan da ku em bi daxwazên xwe mafdar in. Lê kesên ku zirarê didin xwezayê û şîrket tevî van biryaran dest ji çêkirina HES’ê bernadin. Gundî jî bi israra xwe naxwazin ev yek pêk were. Ev israra xwe bi awayekî herî xurt bi rêyên hiqûqî nîşan dan û hêj jî nîşan didin.”   ‘EM LI XWEZAYA XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Elçîçek, da zanîn ku çarçoveya projeya tê plankirin bê çêkirin cihên ku gundî lê dijîn hene. Elçîçek, da zanîn ku qadên jîngehên welatiyên tê texrîbkirin û got: “Gelek xweşikahiyên xwezayê û dîrokî yên li derdora Sêrtê û gund ji projeyên HES’ê re kirin qurban. Em bi hev re li jîngeh, daristan, av, xweza û pêşeroja xwe xwedî derkevin.”   MA / Fethî Balaman