Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin 2022-11-09 17:01:45   EDENE - Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de ne hate avakirin.    Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de cih digirin li Edeneyê damezrandina xwe ragihand. Seda Yuce ya di civîna li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Edeneyê de axivî diyar kir ku li dijî hilweşîna ekolojîk û ji bo parastina xwezayê derketine rê. Yuce, bi lêv kir ku armanca wan ew e ku têkoşîna ekolojiye bikin parçeyek ji têkoşîna demokrasi û mafan.