Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin 2022-11-07 11:44:00   AMED - Çiya û newalên gundê Eskar ê girêdayî navçeya Pasûrê, bi hemû rengên xwe xweşikbûna biharê pêşkeş dike.    Germa zêde ya havînê di mehên Îlon û Cotmehê de cihê xwe ji henikahiyê re, hewayê henîk jî di meha mijdarê ku xwe amade dike derbasî zivistanê bibe jî ji sermayê re hişt. Piştî ku hewa sar bû li erdnîgariya Kurdistanê jî dar û xweza jî dest bi veguherîna demsala zivistanê kirin. Li gundê Eskar yê navçeya Pasûr a Amedê, qadên daristanên yên heşîn bi guherîna hewayî reng guhertin. Gund rojên dawiyê yên payîzê ku hemû rengên nebatan (zer, sor, xemir û qehweyî) lê bên dîtin dijî. Mezrayên gund zer dibin, di heman demê de qadên wê yên daristanî reng diguherin.    Çiya û newalên li gund ku bi rengên cuda xemilîn, ji aliyê welatiyan ve dikarin bên ziyaretkirin û dîtin.