Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome 2022-11-04 10:50:34   DÊRSIM - Daristanên ku par li gundên Şamoşî û Zogar ên girêdayî navçeya Xozata Dêrsimê bi hinceta “operasyonên leşkerî” hatin şewitandin, bi hinceta “çandina jinûve” 5 meh in bênavber tên birîn.    Birîna daran a desthilata AKP’ê û MHP’ê bênavber didome. Daristanên ku di sala 2021’an de li gundên Şamoşî û Zogar ên di sala 1994’an de hatin valakirin û li herêmên Alî Bogazi û Çiyayê Yilan ên girêdayî navçeya Xozata Dêrsimê dimînin, bi hinceta “operasyonên leşkerî” hatin şewitandin, îsal jî bi hinceta “çandina jinûve” 5 meh in bênavber tên birîn.    Tê zanîn ku di îhaleyê de qadeke 30 hektar hatiye dayîn lê tê diyarkirin ku dê di asteke pêş de qada ku dar lê bên birîn wê bigihije 400 hektarî.   ‘DARÊN JI NÛ VE ŞÎN DIBIN TÊN BIRÎN’   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Ferhat Yildiz diyar kir ku di bin navê rehabîlîtasyonê de bermahiyên darên ku par hatine şewitandin jî tên birîn û wiha got: “Darên tên birîn dikin rejû û ji bo bazirganiyê tên bikaranîn û ji herêmên cuda re weke rejuyê tên firotin. Rayedar dibêjin ‘darên par şewitîne em dibirin’ lê darên par hatine şewitandin li ser piyan dimînin û darên ji nû ve şîn dibin tên birîn. Di Mîtînga me ya Derdorê ku me di 8’ê cotmehê de li Dêrsimê lidarxist de gelê me li dijî madenvanî û birîna daran hestiyariyeke mezin nîşan da lê dewletê berteka hatiye dayîn li ber çavan negirt.”   Ferhat Yildiz   ‘LI HERÊMÊN POLÎTÎKAYÊN BÊMIROVKIRINÊ’   Yildiz, destnîşan kirin ku bi birîna daran re li herêmê “polîtîkaya bêmirovkirinê” tê meşandin û wiha berdewam kir: “Dema daristan ji holê tên rakirin jîngeh jî tune dibin. Ya ku dewlet dixwaze bike, bi bêmirovkirina herêmê, dixwaze mirovan bidin koçkirin. Dixwaze polîtîkayên pişavtinê yên ji berê ve tên meşandin pêş ve bibe, xwezayê talan bike, daristanan qir bike û Dêrsim û Şirnexê bêmirov bike.”   Cîhan Berk - Rojnamevan