Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin 2022-10-26 11:41:48   OSMANIYE - Li daristana quntarê Çiyayê Amanosê ku li Osmaniyeyê ye şewat derketibû û şewat hat kontrolkirin.    Di 23’yê cotmehê de ji ber birûskê, li çoltarê gundê Yeşîldere yê li quntarê Çiyayê Amanos ê Osmaniyeyê şewat derketibû. Şewata li daristanê hat kontrolkirin. Hat zanîn ku şewat, piştî destwerdana ji hewa û bejahî ya komên agirkujiyê ve hatiye kontrolkirin. Xebatên sarkirina qadê didomin. s