Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin! 2022-09-28 16:48:12 ŞIRNEX - Bi zêdebûna bertekên gel a li dijî birîna daran a li Şirnexê re êdî kesên talana daran dikin rêbazên xwe diguherînin. Talankerên daristanan hewl didin bi brandakirina TIR’an re vê talanê veşêrin.    Li Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi zêdebûna bertekên gel re êdî TIR’ên ku daran vediguhêzin bi brandayan tên girtin. Bi tonan darên ji hêla cerdevanan ve tên birîn, bi TIR’an vediguhêzin bajarên weke Dîlok, Riha û Mereşê. Bertekên xelkê bajar û raya giştî ya li dijî qirkirina daran a li Şirnexê berdewam in. Li gel vê yekê jî sazî û dezgehên cemaweriyê li dijî serlêdanan bêdeng in.    BI BRANDAYAN VEDIŞÊRIN   Piştî zêdebûna bertekên raya giştî, êdî kesên li herêmê daran talan dikin serî li rêbazên cuda didin. Ajokarên TIR’an ji bo ku balê nekişînin, TIR’an bi brandayan digirin û yek bi yek ji bajar derdikevin.