'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye' 2022-09-28 09:06:22   ÊLIH - Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekçe Kizildere, bal kişand ser krîza ekolojiyê ya li herêmê û wiha got: "Ev êriş demdar in. Lewma rê û rêbazên têkoşînê yên li hemberî van êrişan jî divê demdar bin."    Dewlet ku di meseleya kurdî de neçareseriyê ferz dike li herêmê "polîtîkayên ewlehîparêziyê" zêde dike û di çarçoveya van polîtîkayan de bi şewitandina daristanan, qirkirina daran, koçberî, zext û îşkenceyê dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike.    Di vî warî de tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dibêje "Feraseteke civakî ya ji 'hişmendiya' ekolojîk bêpar, dê dejenere û perçe bibe. Polîtîkayeke ku rigzariyê di xwe de dihewîne, gava ekolojîk be dê rê li ber pargaleke sosyalîst veke" îşaret bi vê talûkeyê dike. Gel jî di vî warî de xwedî biryar in ku li dijî talankirina xwezayê têkoşîna xwe ya ji bo ekolojiyê bilind bikin.    Di vê çarçoveyê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 17'ê îlonê de li dijî qirkirina daristanên li Şirnexê ku du sal in bi destê esker û cerdevanan tê kirin, "Meşa Cûdî" li dar xistin. Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî dê di 8'ê cotmehê de li dijî talankirina xwezayê ya li bajêr bi dirûşma "Em ê bi ser bikevin, em qadên jiyanê diparêzin" dê Mîtînga Hawirdorê ya Herêmî li dar bixe.    Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere ji bo xwedîdekretina li têkoşîna eklojiyê bang kir û wiha got: "Êdî ne dar ne jî robarekî me yê ku ji dest me biçe tune ye."    Kizildere anî ziman ku li Kurdistanê di 15 salên dawî de şewatandina daristanan zêde bûye û wiha domand: "Bi rastî ev hilweşandina ekolojîk, talana ekolojîk a li Kurdistanê demeke dirêj e didome. Niha bi taybetî şîrketên madenê ji herêma Serhedê heta Botanê dest bi dagirkirina gelek herêmên Kurdistanê kirine. Anku sermaye bi desteka dewletê li dijî Kurdistanê dest bi polîtîkaya talanê kiriye û di 5 salên dawî de lez daye vê yekê."    Bi domdarî Kizildere destnîşan kir ku li gor talana ekolojîk a li Tirkiyeyê, talana li herêmê di asteke bilindtir de tê kirin û wiha pê de çû: "Heyînên ekolojîk diqedin, sermaye jî bi awayekî çavbirçî êrişî wan dike, wekî gelek deverên Tirkiyeyê. Lê dema behs tê ser Kurdistanê, konsepteke din heye. Li gel qirkirina ekolojîk, ev polîtîka li hemberî gel wekî haleteke ekolojîk jî tên bikaranîn."   ARMANCA TALANKIRINA EKOLOJIYÊ   Di berdewamê de Kizildereyê diyar kir ku welatiyên dixwazin mudaxeleyî şewatê bikin ji aliyê eskeran ve tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema bingehîn tenê ew e ku ew herêm li ber sermayeyê bê vekirin, di heman demê de xalîkirina ji mirovan e jî. Koçberkirina gel e. Ji ber ku dê kalîteya jiyana gelên li erdnîgariya wê bilind bibe. Kesên di mal û baxçeyên xwe de kêfxweş in, koçî bajaran dikin û li van deran wan bê sîgorte didin şixulandin an jî betal dihêlin. Bi taybetî jî dixwazin profîla jineke maqûl derkeve ortê ku ev polîtîkayeke desthilatê ya li hemberî jinê ye. Li Kurdistanê di bin êrişên li hemberî heyînên eklojîk de, êrişeke civakî û êrişeke aborî heye."    'TALAN NEQEDIYAYE, LEWMA DIVÊ TÊKOŞÎN JÎ NEQEDE'   Kizildereyê Meşa Cûdî ya li dijî talankirinê ku di 17’ê îlonê hatibû lidarxistin bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Meşeke pir hêja bû, ji lew re ji çar aliyê Tirkiyeyê, ji Ege, Marmara û Behra Reş ekolojîst hatin û gelê kurd bi tenê nehiştin. Lê belê ev îtilafên ekolojîk mîna kivarkan belav bûne. Ji ber ku ev êrîş demdar in, Lewma rê û rêbazên têkoşînê yên li hemberî van êrişan jî divê demdar bin."    Di heman demê de Kizildere anî ziman ku pêwîst e ev polîtîkaya şer a bêperwa ya dewletê bi hilberandina polîtîkayên nû bê îfşakirin û wiha derbirî: "Divê tim tecrûbe bên parvekirin û platformên piştgiriyê bên avakirin. Anku tişta ku niha pêdiviya Kurdistanê pê heye ew e ku li hemberî van êrişên ekeolojîk platform bên cem hev du û dakevin qadan."    BERXWEDAN   Kizildere diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê polîtîkayeke sereke ya HDP'ê ye û wiha got: "Helbet meclis, hêla wê ya siyasî girîng e, yanî mirov van tim li meclîsê bide ber nîqaşê û di çapemeniyê de tim bike rojev pir girîng e. Lê belê rojeva qadê bi siyasetê li Meclîsê pêş ve naçe. Jixwe hêla demokratîk a meclîsê hê jî cihê nîqaşê ye. Ji ber vê jî wekî partî rêbaza ku divê em deynin ber xwe, divê bihêzbûna li herêmê û hatina cem hev û rêxistinkirina xwedîderketina li xwezayê ya welatiyan be. Û ji bo pêkanînan vê platformê divê em derfetan bidin ber wan. Divê em wan û welatiyên li Tirkiyeyê yên derdê wan jî heman derd e bînin cem hev du û tecrûbeyên heyî parve bikin. Divê bi berxwedaneke xurt pêşî li ber vê bê girtin."    BANGAWAZÎ   Kizildereyê bang li gelên Tirkiyeyê, çapemeniya azad û çapemeniya alternatîf kir û axaftina xwe wiha qedand: "Êdî dar, daristan û rûbarekî me yê ji dest me biçe tune ye. Divê li hemberî vê dîmena hovane gelê kurd bi tenê neyê hiştin. Ev mesele divê tim di rojeva çapemeniyê, rêxistin û platforman de be."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag