Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin 2022-06-07 13:46:57   ÊLIH - Dadgeha Kargêrî têkildarî projeya HES’ê ya ku dihat plankirin li Geliyê Zorê bê çêkirin û rapora “ÇED erênî ye” hatibû dayîn, bi sedema ne li gorî hiqûq û mewzûatê ye, betal kir.    Projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) a ku dihat payîn li ser Rûbarê Zorê yê di navbera gundê Hêrîvê yê Sason a Êlihê û Taxa Xweşika ya Pasûr a Amedê de were çêkirin, di sala 2014’an de ji hêla Meclisa Giştî ya Êlihê ve hate redkirin. Lê belê waliyê demê Hulusî Şahîn ev biryar qebûl nekir û di 25’ê kanûna 2020’an de dîsa pêşkeşî meclisê kir. Ji ber ku mafê serokê Meclisa Giştî ya Bajêr ê AKP’î hebû ku du caran deng bide, ev biryar li hemberî 11 dengan, bi 12 dengan hate qebûlkirin. Projeya ku dê ji hêla Kargeha Hilberandina Enerjiyê ya Mayayê ve bihata çêkirin, li ser 452 parselan û 67 hezar û 450 mîtrokareyan erdê ye. Temenê projeyê 50 sal in û ji bo 49 salan jî ji kargeha navborî re hatiye kirêkirin. Ji bo 95 parselên di nava projeyê de biryara îstimlaqkirinê hatiye dayîn û ji bo parselên şexsî yên dê werin îstimlaqkirin jî, li Taxa Şêxhemza ya girêdayî Pasûrê ku ji 140 malan pêk tê û 10 mezrayên girêdayî wê dikevin ber. Piştî ku proje kete dewrê, dê 4 mezrayên girêdayî taxê di bin avê de bimînin. Di nava van jîngehan de gundên di salên 90’î de hatine valakirin jî hene.    DADGEHÊ BIRYARA XWE DA    Ji şêniyên gundê Herîvê Mûrat Çîçek, Ercan Çîçek, Ridvan Çîçek, Mehdîn Çîçek û Medenî Çîçek, li dijî rapora “ÇED erênî ye” ya Midûriyeta Giştî ya Venihêrîna Nirxandina Bandora Hawirdorê ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku di 13’ê sibata 2014’an de hatibû dayîn, di 9’ê adara 2021’an de bi rêya parêzer Serhat Eren li 3’yemîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê doz vekir. Dadgehê biryara xwe da û bi sedema ku derhiqûqî û ne li gorî mewzûatan e, biryar da ku rapora “ÇED erênî ye” were betalkirin.    Yek ji aktîvîstên ekolojiyê Huseyîn Akil ku ev zêdetirî 7 sal in bi şêniyên gund re li dijî çêkirina HES’an têdikoşe, diyar kir ku biryara hatiye dayîn ji bo xweza û şêniyên gund biryareke erênî ye.    ‘GUNDIYAN PAŞVEGAV NEAVÊTIN’    Akil, da zanîn ku ji sedî 70’ê qada ku dê HES li ser bihata çêkirin, li ber sînorên Amedê diket û wiha domand: “Me, par bi rêya parêzerê gundiyan serî li Dadgeha Kargêrî ya Amedê da. Tenê Taxa Şêxhemza ya Pasûrê ku ji 140 xaniyan pêk tê û 10 mezrayên wê dikevin ber projeyê. Li gel ku biryara rayeyê li Amedê ye jî, Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn biryar da. Lê belê gundiyan paşvegav neavêtin. Ji bo betalkirina projeyê, li ser me îmze kom kirin û îtîraz kirin. Li Sasonê 4 projeyên HES’ê hene. Dixwazin yeke din jî çêbikin. Dê sê mezrayên me bi temamî di bin avê de bimînin. Ev herêm, ji bo çandiniyê dewlemend in. Xelkê herêmê debara xwe jî bi sewalkariyê dike. Tenê li mezrayekê pênc çewlik hene. Anku dê debara gundiyan di bin avê de bimîne. Bi HES’ê re rêya di navbera Amed-Mûşê di bin avê de dimîne. Xaka welatiyan jî dibe du parçe û ji bo biçin ser erdê xwe dê neçar bimînin ku bi kîlomîtroyan bimeşin.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’    Bi domdarî Akil bal kişand ser biryara dadgehê û axaftina xwe wiha qedand: “Xwediyên esasî yên Geliyê Zorê, zindiyên li wî gelî dijîn, şêniyên gundan û xweza bi ser ketin. Şêniyên gund ji bo pêşîlêgirtina rûxandina xwezayê têkoşîneke nûwaza dan. Dê têkoşîna me ya hevpar a bi şêniyan re bidome. Em ê nehêlin ku xwezaya me bi qurbanî sermayedaran bê kirin. Dê têkoşîna me ya li hemberî vê zîhniyeta ku her devera Mezopotamyayê rûxandî, her daristan birîn, her dever kirine beton û her çiyayê wê qul qul kirî bidome.”    MA / Fethî Balaman