Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan 2022-06-06 21:25:11 ÎZMÎR- Li Îzmîrê ekolojîstên ku li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan, destnîşan kirin ku talana li bajêr tê kirin binpêkirina mafê jiyana tendurist e.    Li Îzmîrê rêxistinên ekolojî, ked û pîşeyî têkildarî 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê li ber Odeya Endezyaran a Şaxa Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em li hemberî rûxandin û talankirina ekolojiya bajêr di nobedê de ne" nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser "Çiya semyana me ne", "Av tune be jiyan jî tune" û "Sermaye dest ji Kulturparkê berde" nivîsandî hatin hilgirtin. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeyên der heqê dijî talankirina ekolojiyê de hatin berzkirin. Şaredarê Gazîemîrê Halîl Arda, Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak, Serokê Baroya îzmîrê Ozkan Yucel, nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Li ser navê saziyan Endezyara Hawirdora Helîl Înay Kinay metna daxuyaniyê xwed. Kinay di daxuyaniyê de li ser projeyên şêt ên xweza û jiyana bajêr talan kirine sekinî û bandorên wan ên neyînî yên li ser av, xweza, çandinî û tenduristiya herêmê.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANA TENDURIST   Kinay, got: "Bandorên rûxîner ên talankirina xwezayê û binpêkirina kedê li hember me sekinîne. Li welatê me û bajarê me têkoşînên welatiyên me yên li dijî rantê û talanê qadên jiyanê diparêzin, girêdayî pirsgirêkên hawirdorê û pirsgirêkên civakî ne. Çawa ku bêyî parastina hawirdorê demokrasî ne pêkan be, li cihekî bê demokrasî jî hawirdor nayê parastin. Gelê Îzmîrê, ji bo parastina mafê xwe yê bingehîn, ji bo mafê jiyana tendurist, ji bo parastina av, hewa û axa xwe têdikoşe."    Piştî daxuyaniyê kesên tevli daxuyaniyê bûn heya Îskeleya Alsancakê meşiyan. Li vir têkildarî pirsgirêkên hawirdorê forûmek hat lidarxistin. Welatiyên tevli forûmê bûn diyar kir ku berpirsê vê talankirinê pergal û desthilat e.