Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye 2021-09-19 16:12:36   AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Ji bilî şikandina tecrîdê tu alternatîfeke me tuneye.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Yenîşehîr a Amedê, 4’emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongre li Tesîsên Demîrokê pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongrê bûn. Pankarta “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişkinin, demkrasiyê ava bikin” a bi Kurdî û Tirkî, bi salona kongrê ve hat kirin.     DI GIRTÎGEHAN DE CIH NEMA YE   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, di kongreyê de axivî û pirsa “Gelo, di van 6 salên dawîn de tiştekê ku bi Kurdan nekirin ma ye? kir. Ceylan, bal kişand ser operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd û wiha got: “Di girtîgehan de cih nema ye. Îro ji bo ku vîna Kurdan bişkînin, tişta ji destê wan tê dikin. Hem HDP’ê, hem Kurdan û hem jî dostên Kurdan ji faşîzma AKP û MHP’ê re gotin ‘na’. Ev siyaset kartû bûye. Heya ku em wan teşhîr nekin, ew ê vê siyaseta xwe ya fişîst dewam bikin.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Ceylan, da zanîn ku qeyranên tên jiyîn, li tevahiya civakê belav bûye û wiha bilêv kir: “Destûrê nadin mirovên me li gundên xwe jî bijîn. Hemû qadên jin û ciwanan tune kirin. Girtîgeh tejî kirine. Bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dest vê yekê kirin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û demokrasî pêk were, divê tecrîd bê rakirin. Ji bilî şikandina tecrîdê tu alternatîfeke me tuneye. HDP baweriye, berxwedane û tekoşîne. Em ê her daîm xwedî hemû zarok, jin, ciwan û gelê xwe derkevin.”   Piştî axaftinê hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Can Karadenîz hatin hilbijartin.