Eskeran darên li derdora xwe şewitandin 2021-09-14 14:41:38 DERSIM/AMED - Eskeran li navçeya Licê derdora herêmên baregehên eskerî şewitandin. Li navçeya Pulurê jî eskeran, şandeya HDP’ê ku dixwest biçe cihê şewata ku di encama bombebaranê de derket, asteng kirin.  Li çoltera gundên Xezku û Sevqu yên girêdayî navçeya Pulura Dersimê duh ji ber bombebarana balafir û helîkopterên eskerî şewat derket. Li herêma ku daristan lê zêde ne, şewat her ku diçe belav dibe û heta niha mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.    Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûn di saetên serê sibê de xwestin biçin gundê Xezku lê eskeran di derketina navçeyê de ew sekinandin û bi hêceta “herêma ewlehiyê ye” û çûna wan asteng kirin.    LI DERDORA QEREQOLÊ ŞEWAT    Li gundê Derkam ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê jî li qada ku Qereqola Cendermeyan lê heye şewat derket. Hat diyarkirin ku şewat ji ber gule berdana eskerên li baregaha eskerî dimînin derketiye û mudaxile lê nehatiye kirin. Hat ragihandin ku ji ber şewat nêzî jîngehan bûye, welatî bi fikar in.