Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê 2021-09-14 14:21:09 STENBOL - 34 rêxistinên ekolojiyê yên ji bo balê bikişînin ser şewatên daristanan û piştevaniya rêxistinên ekolojiyê yên li Dersimê bikin ji Stenbolê ber bi Dersimê ve dikevin rê.  34 Rêxistinên Ekolojiyê têkildarî şewata daristanê ya li Dersimê derket û bi rojan mudaxile lê nehat kirin, daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin wê biçin herêmê. Ekolojîst wê ji bo talankirina ekolojîk a li bajêr lêkolîn bikin û piştevaniya hawirdorparêzan bikin wê biçin Dersimê.    Rêxistinên ekolojiyê li ser hesabên xwe yên medya sanal têkildarî otobûsên ku ji Stenbolê bi rê kevin ev agahî parve kirin: “Saet di 19.00’an de li Osmanbeyê (ber metroya pangaltiyê), saet di 20.00’an de li Kadikoyê (Li pêş Dika Haldûn Taner), têkilî: 0532 427 72 19.”   Navên 34 rêxistinên ku bang kirin wiha ne: “Mudaxileya Şewatê ya AKE, Platforma Hawîrdorê ya Bakirtepe (BÇP), Platforma Hawîrdor û Ekolojiyê ya Bodrûmê (BÇP), Navenda Lêkolînan a Dersimê (DAM), Platforma Hawîrdorê ya Dîdîmê (DÎÇEP), Platforma Xweza û Jiyanê ya Dîvrîgî, Zarokên Xwezayê (DÇ), Komeleya Ji bo Xwezayê Huner (DÎSDER), Yekitiya Ekolojiyê (EB), Meclîsa Ciwanan a EB, Meclîsa Jinan a EB, Her der Çiyayên Kazê ne (HYK), Hewldana 78’an a Stenbolê, Tora Piştevaniyê ya Kadikoyê (KDA), Piştevaniya Bajêr a Kadikoyê (KKD), Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Çiyayê Kazê, Platforma Ekolojiyê ya Çiyayê Kazê (KEP), Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayê Kazê (KÎD), Platforma Hawîrdorê ya Meletiyê (MAL ÇEP), Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê (Mêrsîn NKP), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), Komeleya Xelaskirin û Lêkolînê ya Mûnzûrê (MÛDAK), Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Mûglayê (MKKD), Şaredariya Pulurê, Platforma Parastinê ya Ava Perî (KAR-DEF), Komeleya Pertagiyan, Platforma Hawîrdorê ya Reşadiyeya Tokatê (TRÇP), Platforma Afetê ya Civakî (TAP), Parastina Valîdebag (VS), An Qenal an Stenbol (YKYÎ), Kolektîfa Ekolojiyê ya Asîmanan (YEK), Malpera Nûçeyan a Înternetê ya Ji Rûyêerdê Nûçe, Ekolojiya Berxwedanê ya Kesk, Rojnameya Yaşam û Rêwiyên Piştevanî û Jiyanê (YDY).”