34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê 2021-09-13 19:53:48   STENBOL - 34 rêxistinên ekolojiyê, ragihandin ku ji bo balê bikişînin ser şewatên daristanên Dersimê wê biçin Dersimê û li dijî talankirina xwezayê bêdeng nemînin.       Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM), Zarokên Xwezayê (DÇ), Komeleya Hunerê ya ji bo Xwezayê (DÎSDER) û Yekitiya Ekolojiyê (EB) jî di nav de 34 rêxistinên ekolojiyê, Ji bo şewatên daristanên Dersimê daxuyaniyeke nivîskî dan. Rêxistinan, di daxuyaniya xwe de ragihandin ku wê di 14'ê îlonê de ji bo lêkolînkirina şewatên daristanan û piştgiriya rêxistinên ekolojiyê yên herêmê dê biçin Dersimê. Rêxistinan, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî mudaxalenekirina şewatên daristanên Dersimê dan û vê mudaxalenekirinê weke qirkirina eko pênase kirin.