Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket 2021-09-13 11:35:45   COLEMRG - Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, di encama şewata leşkeran de li herêma daristanê şewat derket.   Duh êvarê li herêma daristanê ya li herêma Bermêş a gundê Şapatanê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şewat di encama gulebaran ji qereqola leşkerî de derketiye.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan, şewatê bi saetan dewam kiriye û bêyî destwerdanek were kinr, şewat bixwe vemiriye.