Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin 2021-09-12 09:12:28 ŞIRNAK - Ekolojîst Yakûp Taniş, diyar kir ku qirkirina ekolojîk a li Şirnex û navçeyên wê tê kirin, ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û got: "Bi zanebûn xwezaya herêmê di şewitînin û talan dikin. Ji bo ku li herêmê jiyan nebîne. Di salên dawî de, li herêma Botanê, ligel polîtîakên şerê taybet, dibin çavdariya hêzên eskerî yên dewletê de, xweza tê talankirin û şewitandin. Li aliyekê çem û robarên wê tên qirêjkirin û li aliyê din jî dar tên birîn û daristan tên şewitandin. Tenê di 4 mehên dawî de, li herêmê 21 şewat rû dan. Şewatên ku bi hincetên qadên ewlekariyê mudaxileyî wan nehatin kirin, xwe bi xwe vemirîn. Tevî van hemûyan, li qûnarên Çiyayê Cûdî, ji ber ava çêkirina kanên komir ava Newala Nêrdîşê qirêj dibe. Ev ava ku diherike Newala Nêrdîşê û dûre dikeve Çemê Dîcleyê, dibe sedama mirina gelek zindiyan.    Li çiyayên Cûdî û Çelênimêja û Herêma Besta yên Şirnexê, dibin çavderiya esker û cerdevanan, komkujiya xwezayê dewam dike. Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Yakûp Taniş, derbarê hilweşandin û qirkirina ekolojîk a li herêmê tê jiyîn de axivî û nirxandinên girîng kir.    'DARÊN KU JÊ NEKIN DIŞEWITÎNIN'    Taniş, anî ziman ku qirkirina xwezayê ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û wiha axivî: "Cûdî cihekî dîrokî ye. Em ji zarokatiya xwe de dizanin ku di salên 80'an de, her dever dar û daristan bû. Qadên jiyanê hebûn. Ji her alî ve av diherikîn. Lê li gel destpêkirina pêvajoya pevçûnê re,li herêmê li ser navê parastinê re birîna daran û hilweşandina pergala ekolojîk dest pê kir. Çêkirina bendavan hema hema her 3 kîlometreyan cihekî hatin çêkirin.Ew darên ku dikarin xwe bigihîjîne birîn û darên ku wan nekarî bibirîn jî bi topbaranê dişewitînin. Pêşî girtin û nehiştina hewldanên ji bo vemirandina agir, li herêmê dibe sedema wêranbûna xwezayê. Ev talankirin di heman demê de zirareke cidî dide jiyana zindiyên kovî. Li cihê ku mirov û dar lê nebin, heywanên kovî jî lê namînin."   'ARMANC DIKIN KU LI HERÊMÊ JIYANÊ NEHÊLIN'   Taniş, diyar kir ku qirkirina xwezaya herêmê bi zanebûn pêk tê û wiha got: "Li her noqteyên Çiyayê Cûdî herêmên qedexe yên leşkerî hene. Ketina van deveran qedexe ye. Di rastiyê de, ji sedî 98'an sedemê şewata daristanan mirovin. Ji ber ku ev qad qadên bê mirov in, bi zanebûn tên şewitandin. Xwezayê dişewitînin ku li vê herêmê cîhê jiyanê nemîne. Di bin navê enerjiyê de derxistina komirê ya bê rêkûpêk jiyana gelek mirovan û her wiha wêrankirina xwezayê xerc dike.Di heman demê de bikaranîna vî komirê di santrala termîkê de zirarê berfirehtir dike. Li herêmê heta niha li ser bandora santrala termîkê ya li ser xweza û mirovan lêkolînên zanistî nehatine kirin. Lê li gorî çavdêriyên ku di lêkolînên giştî de hatine girtin, em dibînin termîk santral xwezayê ziwa dike û tune dike."   'PÊŞIYA TEXRIBATEKE MEZIN VEDIKIN'   Taniş, anî ziman ku bi xwezaya  herêmê ve tê lîstin û wiha dom kir: “Av qirêj dibin. Ev dibe sedema barana asîdî. Karê paqijkirina hem kanên komirê û hem jî santralên termîk tim bi avê tê kirin. Ev dibe sedem ku çem qirêj bibin û ev ji  nahêle ku zindiyên li wir dijîn bijîn. Barana li herêmên ku şînahî lê tune dibare jî dibe sedema felaketên lehiyê. Lehî di heman demê de beşa zindî ya axê jî radikin û bi xwe re dibe. Bi taybetî li Botanê, dewlet bi şewitandina xwezayê pêşiya texrîbateke mezin vedike."   'HERÊM DIBE ÇOL'   Taniş, da zanîn ku li Kurdistanê li dijî qirkirina ekolojîk lêkolînên zanistî nehatine kirin û wiha bilêv kir: "Berê jî bandorên neyînî yên santrala termîkê li ser xweza û jiyanê hatine ceribandin û dîtin. Heya niha, li ser rêjeya ducanî an jî çandina fêkî û sebzeyan li herêmê lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Bê guman bandoreke termîk santralê heye. Li Botanê û Kurdistanê der barê wêraniya xwezayî de lêkolîneke zanistî nîne û nehatiye kirin. Li vir li dijî xwezayê hişmendiyeke qedexeyê tê meşandin. Ji ber vê yekê, encamek zanistî ya zelal tune. Ev tenê rewşek siyasî ye. Mînakî, nebatên serdest ên li herêmê darên gûzê ne. Dema ku darên gûzan têne birîn, ger rihên wan neyên jêkirin, ew dikarin di demên pêşiyê de  xwe nû bikin. Lê ji bo ku tên şewitandin ne pêkaneye ku ew careke din zindî bibin. Wekî encamek, gava ku em li paşerojê mêze dikin, hemû deverên li herêmê bi keskayî hatine xemilandin, lê niha herêm her ku diçe dibe çol. Divê bi lezginî mudexele bê kirin.Ev herêm ne herêmên qedexekirî yên leşkerî ne û pêwîste leşker ji herêmê bên derxistin û xweza bê parastin. Li herêmê qirkirina li ser xwezayê ji bo hemû zindiyan xetere ye. Em ne tenê ji bo Botanê dibêjin, li ku devera cîhanê zirareke ekolojik bê dîtin, wê li cîhên din jî heman zirarê bibinin."   'HER TIŞTÎ REWAYÊ XWEZAYA KURDISTANÊ DIBÎNIN'   Ekolojît  Yakût Taniş, bal kişand li ser bêdengiya raya giştî û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê her havîn bi taybetî li rojavayê Tirkiyeyê şewat derdikevin. Li wan deran rêjeya siyasî ya van şewatan pir kêm e. Şewata daristanan a ku li rojavayê Tirkiyeyê derdikeve kesên ku diçin digerin derdixin.Ji ber ku zêdetir darên qajê li wir hene, xetereya şewitandinê pir zêde ye. Dema ku li Rojava şewata daristanan derdikeve, di raya giştî de bertekên mezin çê dibe. Lê ev bertek li dijî gelê Kurd e û Kurdan sucdar dikin. Bi rastî, ev jî îtirafkirina sûcên wî bixwe ye. Ew wisa difikirin ku ji ber ku wan Kurdistan şewitandiye, Kurd jî bi şewitandina darên wan tola xwe distînin. Nêzîkatiyek wisa heye. Dema ku daristanên li Kurdistanê dişewitin, neteweperestî bêtir dikeve nav civaka Tirkiyeyê. Dema ku nijadperestî bi bêtiri li ser ziman hat  kirin, wê demê her tişt ji erdnîgarî û xwezaya Kurd re rewa tê dîtin. Ji ber  nêrîna dewletê ya ewlekarî ye, qirkirina xwezaya li vir nakeve rojevê."   MA/ Zeynep Dûrgût