Şewata li Çemê Roj hat vemirandin 2021-09-03 11:16:53 DERSIM - Şewata ku beriya 6 rojan li Çemê Roj a Dersimê derketibû, hat vemirandin.    Şewata ku di 28’ê tebaxê de li Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemûriye yê Dersimê derketibû, duh şev hat vemirandin.  Xebatkarên Şaredariya Dersimê li herêmê li dijî jinûve derketina şewatê, karê sarkirinê dikin.   Şewata ku li çoltera navçeya Xozatê di encama operasyona eskerî de derketibû jî, piştî 15 rojan hatibû vemirandin. Dîsa şewata li Kaniya Firtina Welî ya Geliyê Mûnzûrê derketibû jî, piştî 3 rojan, şewata ku li Taxa Turuşmek a girêdayî navendê jî di heman rojê de hatibû vemirandin.