Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket 2021-07-31 18:08:29   HATAY - Li Antakya û Samandagiyyê agir bi daristanan ket.    Li Taxa Bagriyanik a navçeya Antakya a Hatayê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket. Agirê ku ji ber ba berbelav dike, nêzî hin xaniyên li herêmê jî bû. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin hem ji hewayê hem jî ji erdê ve mudaxileyî agir kirin û agir tefandin. Li herêmê gelek xanî texrîb bûn.    Li navçeya Samandag a Hatayê jî agir bi qadeke daristanî ket. Ji hewa û erdê ve mudaxileî agir tê kirin. Kesên dîtin ji qada daristanî ya Taxa Çûbûklûyê duxan bilind dibe, xebera rayedaran pêxistin.